Neam Îlyas: Erdogan û Barzanî êrîşê zarokên me yên DAIŞ’ê şikandin dikin

Endama TAJÊ Neam Îlyas ji cihê ku dewleta Tirk êrîş pêkanî, nerazîbûn nîşana dewleta Tirk û şîrîkê wê PDK’ê da û nerazîbûna xwe bi van gotinan îfade kir: “Şengal firotin dilê wan rehet nebû, niha Erdogan û şîrîkê wî Barzanî her roj êrîşê zarokên me yên DAIŞ’ê şikandin dikin. Lê divê bizanin emê Şengalê terk nekin û li gel zarokên xwe bisekinin.”

Îro di saetên piştî nîvro de balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk li nêzî kampa Serdeştê ya Şengalê wesayîtek bombe kir. Têgotin di encamê êrîşê de 3 kes birîndar bûne.

Piştî bûyerê xelkê herêmê çûn cihê bûyerê. Endama Rêveberiya TAJÊ Neam Îlyas ku çû cihê bûyerê, nerazîbûn nişana êrîşên li ser civaka Êzidî da.

Neam Îlyas diyar kir axa Şengalê bixwîna keç û xortên Êzidî hatiye avdan û got: “Ew her roj jî êrîşê me bikin, em Şengalê terk nakin. Me her roj şehîd jî bixin, wê hinek din bikevin dewsa wan û emê li ber xwe bidin. Em nahêlin ew li Şengalê dilê xwe rehet bikin. Em li ser Êzdayetiyê û bîr û baweriya xwe bimînin.”

Neam îlyas ku nerazîbûn nişana şîrîkatiya Barzanî û Erdogan da, di dewama axaftina xwede vê peyamê da: “Şengalê firotin, dilê wan rehet nebû, niha her roj li ser van rêyan êrîşê zarokên me yên ku DAIŞ’ê şikandin, dikin.”

Di dawiya axaftina xwede Nean îlyas diyar kir, ew nikarin bi êrîşan wan bişkînin û vê peyamê da: “Emê li berxwe bidin û li gel zarokên xwe bisekinin.”

ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button