Konferansa ‘Bi Jin Jiyan Azadî re ber bi şoreşa jinê ve” bi dawî bû

Konferansa TAJÊ ya bi dirûşma "Bi Jin Jiyan Azadî re ber bi şoreşa jinê ve" li Şengalê hat lidarxistin bi dawî bû.

Li Şengalê Konferansa “Bi Jin Jiyan Azadî Re Ber Bi Şoreşa Jinê Ve” ku ji aliyê Tevgera Jinên Êzidî TAJÊ ve bi beşdariya 350 delege û hêjmarek zêde ya jinên Êzidî û Ereb beriya nîvro bi coşekî mezin hati lidar xistin bi dawî bû.

Di konferansê de gelek peyam hatin dayîn, semîner hatin pêkanîn. Semîner wek 2 rûniştin û 6 mijarên taybet hatin dayîn. Semînerek bi sernivîsa “Despêkirina tekoşîna jin heta xwe gihandina zanista jinelojî”, yêk bi sernivîsa “Şîroveya Jin, Jiyan, Azadî” û ya seyem jî bi sernivîsa “Rêxistinkirina jinên Êzidî” hate dayîn.

‘Jineolojî ji bo jina Êzidî bingeha tekoşîna azadiyê ye’

Semînera destpêkê ji aliyê Endama akademiya Jineolojî Rojhilat Nasir ve hate dayîn. Rojhilat Nasir wate û girîngiya jineolojî bi gav bi gav pêşketina tekoşîna azadiya jinê re anî ser ziman. Rojhilat Nasir bal kişand ser kar û xebatên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo azadiya jinê daye meşandin, bal kişand ser sîstema hevserokatî û bi vê sayê asta xwe tevlî kirina hemû qadên civakê yê jinan. Rojhilat Nasir heman demî anî ser ziman ku di bingeha kar û xebatên Jineolojî de li ewropa, Başûrê Kurdistan, Rojava, Rojhilat û çar aliyê cîhanê karên girîng bo azadiya jinê tê meşandin û got ev xebat bo civaka Êzidî jî jiyanî ye û divê zanista jineolojî li Şengalê jî bê meşandin û bihêz kirin. Rojhilat Nasir zihniyeta zilamsalar û serdestiya mêr jî hinek vegot û jineolojî li hemberî koletî, bindestî û serdestiyê tekoşînekî esasî ye û wiha got; “Heger em dixwazin bêjin em hene, em divê xwe ji zihniyeta zilamsalar, netew-dewlet rizgar bikin. Em divê di bingeha jineolojî de bo azadiya jin pêşbikeve kar û xebatên xwe kûr bikin. Jineolojî Serok Apo bi taybet wek erk, wek xebatek taybet da pêşiya me da ku em ji hemû pirsgirêkên xwe re çareserî peyda bikin.”

Konferans diyarî serhildana Rojhilat û Îranê kirin

Endama TAJÊ Lawa Şengalî jî semîner bi sernivîsa “Şîroveya Jin, Jiyan, Azadî” da. Şengalî di destpêka semînerê de şehîdên şoreşê bibîr anî û got ew vê konferansê dîyarî Jîna Emînî dikin û got, “Heger me tekoşîna jin, jiyan, azadî ji zûde pêk anîba dibu ku 74 ferman li ser serê civaka me de nehatîba. Bi felsefeya jin jiyan azadî felsefa jiyana azad pêş dikeve û avakerê vê felsefê jî Rêber Apo ye. Ev felsefe bi ked û berdelên gelekî giran re pêşketiye. Ev felsefe bi saya şehîdan, her roj bilindtir dibe, geştir dibe. Wek her fikir û felsefe jin, jiyan, azadî jî li ser koka xwe derket holê, mezin dibe û belav dibe.”

Lawa Şengalî bal kişand girîngiya hevgirtina jinan û got dirûşma jin, jiyan, azadî bo vesîla kar û xebatên tekoşîna jinan de yêk rih, yêk deng derkeve holê. Lawa Şengalî wiha var; “Çima netew dewlet ewqas ji dirûşma jin, jiyan, azadî ditirsin gelo? Ji ber ku dizanin bi vê dirûşmê dîwarên zilmê, bêedaletî û koletiyê tê hilweşandin, pêre tekoşîn tê dayîn, hevgirtina jinan ber jiyanekî azad ve dibe. Ji vê hêz, bawerî û rihê tekoşîna jinê ditirsin.”

‘Ger jina Êzidî xwe rêxistin kirîba rastî fermanan nedihat’

Semînera sêyem ji aliyê Suham Şengalî ve bi sernivîsa “Rêxistinkirina jinên Êzidî” hat dayîn. Suham Şengalî seminerê de şert û zirufên pêşxistina kar û xebatên bo jinên Şengalê vekir û got rola jin di nav civaka Êzidî de, sekna wê yê berxwedêr û welatperwer bûye vesîle ku rûwmê ewqas fermanên anîn ser civaka Êzidî jî wek çand, ziman, bawerî, xak ji dest neçe, heya astekê parastî bimîne. Suham Şengalî var; “Beriya fermanê rewşa jina Êzidî çawa bu divê em destpêkê lê binêrin. Artêşa İraq reviya, peşmergeyên roj reviyan û jina Êzidî mahkûmî esaretekî pir giran hate hiştin. Gelek jinên cîwan, jinên Êzidî nedikarî çek bikar bîne, karê jinê nedidîtin û pir bi bertek nêz vê mijarê dibûn. Jin beriya fermanê bê parastin bû, bê hêz û bê îmkan mabû. Nedikarî xwe biparêze. Yê bû qurban û bedelên herî giran da jî jinên Êzidî bûn. Bi hezaran jinên Êzidî îro jî nayên peyda kirin, aqubeta wan nayê zanîn, dîl ketine destê dijminan, hatine wenda kirin.”

Rûniştina dûyemîn jî bi sernivîsên “Jiyana Rêbertî û şoreşa Rojava”, “Jin û Parastin”, “Rêxistinkirina jinên cîwan û asta tekoşîna rêxistinkirinê” pêkhatin.

‘Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jin pêşeng e’

Endama Yêkitiya Êzidiyên Suriyê Sûad Huso semînera bi sernivîsa “Jiyana Serokatî û Şoreşa Rojava” da. Sûad Huso ku hikumeta Iraq nehiştîbû biçe Şengalê û beşdarî Çarşemba Serê Nîsanê û Konferansê bibe bi dîmenekî tevlî konferansê bû û semîner da. Sûad Huso bi riya online beşdarî konferansê bû û bal kişand ser asta tevlîbûna jin di şoreşa rojava de û wiha got; “Yê ku her tişt li me da naskirin, tekoşîna azadiya jinê pêşxist û ewqas pêşketin di pêşeroja me de avakir Rêber Apo bu. Tekoşînek mezin tê meşandin. Em ev 6 sal in pir alî kar û xebat dimeşînin. Em wek yêkitiya jinên Êzidî yên li Rojava kar û xebatên girîng dimeşînin û hewil didin jina Êzidî xwe li rojavayê Kurdistanê birêxistin bike, biparêze.”

Girîngiya netewa demokratîk

Sûad Huso anî ser ziman ku bi avakirina netewa demokratîk re yê tekoşîna azadiya jinê jî bigihêje armancên xwe û got li ser wê bingehê kar û xebatên girîng tê meşandin. Sûad Huso got heman kar û xebat girîng e li Şengalê jî bêne meşandin û wiha got; “Li rojavayê Kurdistanê di bin dirûşma Jin, Jiyan Azadî jin ketiye nav hemû beşên siyasî, civakî û pêşengtiyek bihêz dike. Bi tevlîbûna hemû beşên civakê, jinên ciwan, mezin, biçûk ev kar û xebat hatin berfireh kirin. Dijmin dixwaze rêxistinbuna me hilweşîne ji ber wê hercar jinê dike hedef. Lê yê negihêjin hedefa xwe. Şoreşa Rojava bi felsefa Rêber Apo destpêkir û bihêz dibe, belav dibe.” Sûad Huso bal kişand ser tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got sedema tecrîdê ew e ku naxwazin dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihêje gel, ji ber ku gel jê hêz, bawerî û rihê tekoşînê digre.

‘Rêber Apo fikrê xwe parastin û birêxistinkirinê da me’

Hêza Şengalî jî ku endama fermandariya YJŞ ye heman demî û di fermana 3’yê Tebaxa 2014’yan de esîr ketîbû çeteyên DAIŞ’ê li ser mijara “Jin û Parastin” semîner da. Hêza Şengalî got kar û xebatên parastinê, asta birêxistinkirina jina Êzidî bi fikir û ramanê Rêberê Gelê Krud Abdullah Ocalan derketiye holê û wiha got; “Wek Jinên Êzidî kombunek wiha, konferansek bi vî awayî lidarxistin pir bi wate ye. Heya 2014’yan civaka me di nav xwezaya xwede, bi ziruf û derfetên xwe jiyana xwe didomandin. Dema ferman rû da vêcar keçên me li sûkan firotin, her cûre xirabî li me kirin. Gelek hêzan, peşmergeyên PDK jî di nav de îxanet li me kirin. Me terkî destê DAIŞ kirin. Wê demê jinên Êzidî bê rêxistinbûn, bê parastin mabûn. Sedema avakirina YJŞ’ê bi fikir û ramanê Rêber Apo pêşket. Dema şervanên YJA Star, gerîlayên jin xwe ji çiyan berdan û hatin hawara me kete rojeva me. Me îrade, bawerî, hêvî dît di xwe de û biryara xwe parastinê da. Jinên Êzidî heya Reqqa çûn bo esîran paşde bînin şerkirin, bedel dan û li hemberî DAIŞ şer meşandin. Rêber Apo ji me xwest em bi xwe rabin tola xwe rakin, xwe birêxistin bikin, hêzên xwe ava bikin. Ji ber vê yekê em deyndarê Rêber Apo ne. Emê tekoşîna xwe her mezintir bikin, heya azadiya fizîkî ya Rêber Apo emê tekoşîn bikin bi hêviya ku em fizîkî bi Rêber Apo re li çiyayên Şengalê bigihin hev.”

‘Xwedî li fikrên Rêber Apo derkevin’

Sara Şengalî jî ku Endam û Rêveberiya Yêkitiya Jinên Cîwan yên Êzidî de cîh digre semînera bi sernivîsa “Rêxistinkirina jinên cîwan û asta tekoşîna rêxistinkirinê” da û di destpêka axaftina xwe de şehîdên şoreşê bibîr anî û got; “Rêxistinbûna jinên cîwan bi saya ked û tekoşîna şehîdan pêşketiye. Di nav Şengalê de cara yêkem bi saya Rebêr APO û fikrê wî cara yêkem kar û xebatên Yêkitiya Jinên Cîwan tê meşandin û kongreyên xwe pêk tîne. Em wek jinên Cîwan îro dikarin xwe birêxistin bikin û perwerde bikin, ji êrîşên li ser me tên meşandin re bibin bersiv. Jina Êzidî hatîbû kole kirin, bindest kirin, her cûre zilm û zor li dijî wê dihate bikaranîn.  Jinê nedikarî xwe biparêze, xwe temsîl bike, bibe  xwedî îrade. Dîrokê tekerûr kir û heman êş û azaran re rû bi rû hat jina Êzidî.” Sara Şengalî herî dawî biryardariya xwe bo rizgarkirina jinên esîr û parastina hemû jinên êzidî anî ser ziman û got ewê şopdarê doza azadiyê bin û heya dawî xwedî li fikir û felsefa Rêber Apo derbikevin.’

Banga bilindkirina têkoşînê

Piştî semîneran beşdarvanên ku xwestin mafê axaftinê bigrin nêrînên xwe parvekirin.

Axaftina dawî ya konferansê ji milê Hevseroka Desteya Rêveber ya Şengalê Reham Hesen ve hate kirin. Reham Hesen jî konferans li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû jinên şehîd û jinên Êzidî û beşdarvanên hazir pîroz kir. Konferans bi biryardariyek xûrt û bi biryardariya bilindkirina têkoşînê bi encam bû. Jinan got ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tekoşîn û xebat yê ji her demî zêdetir bê xortkirin.

Konferans bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû. Di dawiyê de govendek bi coş hate gerandin.

NUJINHA-ŞENGAL

 

Show More
Back to top button