‘YJŞ bi fikrên Rêbertî li dijî dijmin dibe dengê xwe parastinê’

Yek ji fermandarên YJŞ'ê Jiyanda Ezîdxan li ser rojbûna Rêber Öcalan axivî û wiha got: "Bi rastî ji rojbûna Rêbertî ne tenê rojbûna şexsekê ye, rojbûna me hemû mirovahiyê ye, bi taybet rojbûna me ye. Ji ber me xwe bi fikir û ramanê Rêbertî xwe perwerde kir, bi taybet wekî jinên Ezidî ku piştî fermanê bi fikrê Rêber Apo xwe perwerde kirin û li hember dijminekî hovane bi fikrê Rêbertî tekoşîn kirin û şer kirin, ev yek bi keda Rêber Apo pêk hat."

Fermandara YJŞ’ê Jiyanda Ezîdxan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser ji dayikbûna Rêbertî û got; “Di serî de wekî YJŞ’ê em rojbûna mîmara azadiyê Rêber Apo li dayîka Rêbertî û li tevahî gelê me ku li hemberî qirkirinê di nava tekoşînê de ne û bi taybet li Gerîlayên Azadiyê yên ku niha li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bi fedekarî têdikoşin pîroz dikin.”

“Li dijî dijminekê hov şer kirin bi saya keda Rêber Apo pêk hat”

Yek ji fermandarên Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Jiyanda Êzidxan wiha berdewam kir; “Bi rastî ji rojbûna Rêbertî ne tenê rojbûna şexsekê ye, rojbûna me hemû mirovahiyê ye, bi taybet rojbûna me ye. Ji ber me xwe bi fikir û ramanê Rêbertî xwe perwerde kir, bi taybet wekî jinên Ezidî ku piştî fermanê bi fikrê Rêber Apo xwe perwerde kirin û li hember dijminekî hovane bi fikrê Rêbertî tekoşîn kirin û şer kirin, ev yek bi keda Rêber Apo pêk hat. Bi rastî ji beriya fermanê fikreke bi vê rengî di nav civaka me ya Ezîdî de pêşneketibû. Lê bi fikrê Rêber Apo bi hebûna Rêber Apo ve hebûna civaka Êzîdî di Şengalê de hatiye diyar kirin. Fikrê Serok Apo bû bingeh ku gelê me Êzîdî îro di Şengalê de bi rehetî dijîn û di Şengalê de hêzên xwe yên parastinê dane avakirin. Êdî bendawariya gelê Êzidî ji tu hezên derve re nîne ku wan biparêzin.”

‘Îro em bûn xwedî biryarên mezin ku dikarin li dijî dijmin tebikoşe û li berxwe bide’

Fermandar Jiyanda Êzidxan di berdawama axaftina xwe de wiha got: “Em wekî YJŞ’ê û wekî jinên Êzidî me rastiya hebûna fikrên Rêbertî naskir. Ji bo me bû hebûnekî cûda ya dinyayê. Ji ber me xwe li ser tu fikrên cudatir xwe perwerde nekir ku em bikaribin li ser lingê xwe bisekinin û bibin xwedî biryar. Ev yek bi fikrên Rêber Apo pêk hat ku îro em bûnê xwedî biryarên mezin ku dikarin li hemberî dijmin têkoşin bikin û li berxwe bidin. Bi vê rastiyê em civaka xwe diparêzin.”

‘Kampanyaya ku TAJÊ dayê destpêkirin divê rast were destgirtin’

Jiyanda Êzidxan her wiha bal kişand ser kampanyaya ku TAJÊ daye destpêkirin û wiha axivî; “Bi taybet ew kampanyaya ku TAJÊ daye destpêkirin ya binavê ‘Li hemberî qirkirina jinê bibe dengê xwe parastinê’ divê rast were destgirtin. Ji ber êşa ku me ji fermanê girtî pêwîstê her ciwanek û bi taybet jinên ciwan yên ku xwe bi fikrê Rêbertî avadikin bibe bingeh ku bi dehan jinên ciwan yên Êzîdî xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe perwerde bikin. Di heman demê de ew jinên ku nû vedigerin Şengalê xwe perwerdê bikin, da ku karibin li hemberî dijmin xwe biparezin. Ji ber di dema fermanê de jin hat hedef girtin ji ber xwestin di şexsê jinê de civaka Êzidî, çanda Êziditiyê û ola Êzdatiyê ji holê rabikin. Lê dîsa nekarîn berxwedana jinê tunê bikin. Ji ber di dîrokê de jina Êzidî xwedî kesayetên berxwedêrin, û bi xwe re jinên navdar derxistin pêş ku tu carî li hemberî dijmin serî netewandine û her di nava tekoşînê de ne. Pêwîste jina Êzidî di ferqa ve yekê de bi ku dijmin her cûre leyîstoken qirêj li ser jinê dileyze.”

‘Her jineke ciwan, her dayikek divê li hemberî rastiya dijmin bibe dengê xweparastinê’

Fermandar Jiyanda Êzidxan di dawiya axaftina xwe de giringiya hebûna YJŞ’ê kir û wiha pê de çû: “Em wekî YJŞ’ê tu carî rê nadin dijmin ku dîsa fermanê ser serê civaka me ya Êzidî de bîne. Her wiha bi dewlet, bi saya teknîka ku destê wî de xwe bigihine Şengalê û disa leyîstokên xwe yên qirej li ser jinê pêk bine, em qet rê nadin vê yekê. Li gorî vê yekê pêwîste her jinekî ciwan her dayikek li hemberî rastiya dijmin bibe dengê xweparastinê. Eger ne bi vê rengî be wê jina Ezidî jiyanekî ji rezê ji bo xwe esas bigire. Êdî jina Ezidî ne wekî berê ye ku wê yekê ji bo xwe qebûl bike, emê wekî YJŞ’ê li hemberî hemû binpêkirina nirxên jinê bibin dengê xwe parastinê.”

VIYAN GABAR-ROJHABERLER

Show More
Back to top button