Salih: Daxuyaniya NPG’ê bandoreke nerênî li hevdîtinên Iraq û dewleta Tirk kir

Serokê Desteya Eşayîrî ya Şengalê Emer Salih diyar kir, daxuyaniya NPG'ê ya derbarê peydakirina sîstema xistina balafirên dewleta Tirk a dagirker de, bandoreke neyînî li hevdîtinên di navbera Iraq û dewleta Tirk de kiriye û got: "Hevdîtinên Iraq û Tirkiyeyê ya li ser êrişeke mûhmetemel berdewam dike. Bi dîtina min, daxuyaniya NPG'ê ya derbarê balafirên Tirk de, bandorê li rêveçûna van hevdîtin kir."

Dewleta Tirk a dagirker di meha Remezanê de xwe ji êrişeke berfireh a qirkirinê ya li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê re amade dike. Armanc têkbirina Têkoşîna Azadiya Kurd, destkeftiyên li Rojava, Başûr û Şengalê ye. Ji ber vêya ji serê salê ve heya niha trafîkeke zêde ya dîplomasiya şer li gel Iraqê, hêzên navnetewî û welatên cîran dimeşîne. Dewleta Tirk di daxuyaniyên xwe de weke di her mijarekî de bi Iraqê re lihevkirine bide nîşan jî, herî dawiyê daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Iraqê Sabit Ebas ya “Me tu lihevkirin bi Tirkiyeyê re nekiriye, ji bo destwerdan li Iraqê bike” dewleta Tirk vala derdixe. Lê di berdêla rêya ‘Geşepêdanê’, xeta enerjiyê û berdana ava ku li ser Iraqê qutkiriye de, têgotin Iraq di hinek mijaran de tawîz daye dewleta Tirk. Serokê Desteya Eşayîrî ya Şengalê Emer Salih têkildarî hevdîtinên navbera Iraq û dewleta Tirk a dagirker de, encamên wê ji bo Başûrê Kurdistanê û bi taybet jî Şengalê ji ajansa me re nirxand.

‘Hevdîtin nayê wateya ku Iraq hemû daxwazên dewleta Tirk qebûl kiriye’

Emer Salih êrişên dewleta Tirk ên bi armanca qirkirinê weke pîlaneke dîrokî ya diçe heya dema Osmaniyan dinirxîne û dibêje, “Dewleta Tirk ji dema Osmaniyan ve heya niha dixwaze dubare Kerkûk û Mûsilê bigirin. Dewleta Tirk bi vê mebestê bi Iraqê, Heşdî Şeibî û pêşmergeyan re hevdîtinan pêk tîne. Lê em nikarîn ji vêya encama ku Iraq hemû daxwazên dewleta Tirk pêkanîne, derbixin. Ji ber di nava Iraqê de dibe yên ji vê rewşê nerazî hebin û hinek jî wisa sekinîne.”

‘Di nava Heşdî Şeibî de fikrên cûda heye’

Li ser îdîayên derbarê lihevkirina dewleta Tirk bi hêzên Heşdî Şeibî re jî Salih, wiha axivî: “Hevdîtin bi hêzên Heşdî Şeibî re jî hene. Lê di nava Heşdî Şeibî de fikrên cûda hen. Baskê Felah Feyaz daxwazên Tirkiyeyê qebûl bike jî, baskê Qeys Xez-Elî ne alîgirê vêya ye. Ji ber ku dizanin eger Tirkiye bikeve Iraqê, wê êdî nekarin derbixînin. Nimûneya Başîkayê li ber çavane, gelo dikarin artêşa Tirk ji Başîkayê derbixin? Nexêr. Ji ber Iraqî dizanin, Tirkiye bikeve kûderê ji wir dernakeve.”

‘Eger êriş pêk were kirin, wê tevahî Iraq jê bandor bibe’

Di dewama axaftina xwe de Serokê Desteya Eşayîrî ya Şengalê Emer Salih da zanîn, eger dewleta Tirk êrişeke berfireh pêk bîne, wê rewşa Iraqê aloz bibe û wiha pêde çû; “Eger dewleta Tirk êrişê Iraqê bike, dê bibe sedema aloziyeke mezin. Divê rewşê de wê Şengal jî ji vêya bandor bibe. Lê evê ne tenê Şengalê Mûsil, Kerkûk û hemû Başûrê Kurdistanê jî bide ber xwe. Ji xwe Tirkiye gelek baregehên xwe li Başûrê Kurdistanê çêkiriye. Hîn jî hevdîtin û bazara navbera Iraq û dewleta Tirk de dewam dikin. Bawer nakim zûbizû were qebûlkirin ku dewleta Tirk êrişê Iraqê bike. Ji bo Tirkiye êriş bike, pêwîstî bi nêrîna Brîtanya, Amerîka, Rûsya û Îranê jî heye.”

‘Xistina balafiran bandoreke nerênî li hevdîtinên di navbera Iraq û dewleta Tirk de kir’

Emer Salih da xuyakirin ku daxuyaniya Navenda Parastina Gel (NPG) a derbarê xistina balafirên Tirk de, bandorê li pêşveçûna hevdîtinên navbera Iraq û Tirkiyeyê de kiriye û wiha nirxand: “Piştî PKK’ê ragihand wan balafirên dewleta Tirk xistiye, tirsek xist nava dewleta Tirk de û rêveçûna van bazariyan jî bandor kir. Piştî balafirên Tirkiye li Ukrayna ketin xwarê û piştre jî ji aliyê PKK’ê ve jî hatin xistin, bandorê li firotina van balafiran jî kiriye. Ji ber êdî tê zanîn ev balafir dikare bêne xistin. Dibe welatên ku balafirên bêmirov û biçek ji Tirkiyeyê digirtin, ji vêya şûn ve ji Tirkiyeyê nekirin. Piştî vêya Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabit Ebas diyar kir, ew qebûl nake li nava sînorên xaka Iraqê şerek di navbera dewleta Tirk û PKK’ê de rû bide.”

‘Divê hêzên Şengalê li dijî êrişan li gel hev bisekinin’

Emer Salih têkildarî metirsiyên muhtemel jî hişyariyên girîng li civaka Êzidî jî kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Erdoğan dijminê koka Kurdane. Eger bikeve Başûr, çi bi serê Efrînê anîbe, wê bi serê Başûr jî bîne. Divê gelê me yê Şengalê jî xwe ji aloziyan biparêze û tifaqa xwe pêk bîne. Hêzên leşkerî yên li Şengalê jî divê pişta hev bigirin, eger pişta hev negirin wê bandorê li vir jî bike. Weke nimûne Heşdî Êzidî heye, di nava polîsan de jî ciwanên Êzidî hene. Eger hemû hev bigirin, wê nikarin werin ser Şengalê.”

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ/ROJNEWS

Show More
Back to top button