KONGRA-GEL ji bo Êzîdxanê bang kir

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL bang li gelê Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojavayê Kurdistanê û Kurdên derveyî welat kir û got: “Hêzên plana êrişa hevpar kirine divê zanibin ku xelkê Şengalê ne bi tenê ye. Wezîfeya exlaqî û wijdanî ya her kesî ye ku xwe li hemberî xelkê Êzidî deyndar bibîne û bikeve nava liv û tevgerê.”

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL derbarê êrîşên hovane yên dewleta Tirk ku li ser Şengalê pêk tîne de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Dewleta Tirk li pêş çavên tevahiya cîhanê li Şengalê dijî xelkê Êzidî gelek caran ji bo komkujiyê êrişên hewayî kirin û hîn jî dike. Seîd Hesen û parêzvanê wî Îsa Xwedêda ku endamê heyeta hevdîtina bi Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî re bû, 16’ê Tebaxê li sûka Şengalê di êrîşa hewayî de hatin qetilkirin, sê sivîlên di heman wesayitê de birîndar bûn. Hikumeta Iraqê jî di nav de cîhanê xwe li kor û laliyê danî, deng dernexist. Yên ku xelkê Êzidî li dijî DAÎŞ’ê parastin tên qetilkirin, lê her kes bêdeng e. Dewleta Tirk mîna ku ev têrê nake, 17’ê Tebaxê vê carê sê caran êriş bir ser Nexweşxaneya Sikêniyê ku xizmetê ji xelkê Şengalê re dikir. 4 endamên YBŞ’ê yên li nexweşxaneyê tedawî dibûn û 4 kedkarên nexweşxaneyê hatin qetilkirin, 4 sivîl jî birîndar bûn. Neteweyên Yekbûyî, Dewletên Yekbûyî yên Emerîka, Yekîtiya Ewropa, NATO, hikumeta Iraqê û Rêveberiya Kurd a Herêmî ya Iraqê li hemberî van êrişên li ser nexweşxaneyê bêdeng in.

Li kîjan devera cîhanê eger êrişeke hewayî li ser nexweşxaneyekê hatibûya kirin wê dinya bihata hejandin. Helwesta li dijî dewleta ku êriş kiriye, daxwazên ji bo bicihanîna mekanîzmayên navneteweyî yên pêwîst, daxuyaniyên şermezarkirinê û hwd. wê yekser biketa rojevê.

Lê belê dema ku êrişkar dewleta Tirk be, yên dibin hedefa êrişê jî gelê Kurd û bi taybetî xelkê Êzidî be hingî hêzên navborî xwe li kor, kerr û laliyê datînin. Beriya niha jî dewleta Tirk bi heman rengî êrişa hewayî biribû ser Nexweşxaneya Efrînê, gelek sivîl qetil kiribû û van hêzan dîsa xwe lal kiribûn.

Gelê Kurd ê Bakûrê Kurdistanê ku nifûsa wê nêzî 25 milyon mirovan e, di çarçoveya qanûnî û destûra bingehîn de li ser bingeha nasnameya civakî û neteweyî ti mafekî xwe nîne. Dewleta Tirk ji dema avabûnê û vir ve li dijî gelê Kurd polîtîkaya înkar û tunekirinê dimeşîne. Navê vê jî polîtîkaya qirkirinê ye. Kurdên ku daxwaza mafên xwe ji dewletê dikin, ya tên kuştin, ya tên girtin, ya tên sirgûnkirin. Li gel vê rîskê jî Kurd ji bo mafên demokratîk têdikoşin.

‘Ewropa hevparê qirkirinê ye’

Dewleta Tirk li Tirkiye, Sûriye, Iraqê di bin navê ‘Ez li dijî PKK’ê şer dikim’ ji bo tunekirina hebûn û destketiyên gelê Kurd şerekî topyekûn dimeşîne.

Dewleta Tirk bi piştgiriya ji Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa, NATO û saziyên navneteweyî werdigire vê polîtîkaya qirkirinê li dijî gelê Kurd dimeşîne. Ev welatên navborî û saziyên navneteweyî yekser hevparê qirkirina Kurdan e. Mînak; Li Efrînê ku bi rêya çeteyên ji derve hatine anîn demografiya wê tê guhertin, Elmanya ji bo çêkirina xaniyên çeteyên selefî pere dide. Bi vê yekê re dibe hevparê vê qirkirinê. Ev welatên navborî bi piştgiriya ji bo dewleta Tirk ku patronê rêxistinên selefî bi taybetî jî yê DAÎŞ’ê ye, dikin ku meseleya Kurd çareser nebe, dewleta Tirk hewcedarî xwe dikin û ji bo berjewendiyên xwe yên herêmî bi kar tînin. Em ê tevî gelê xwe û raya giştî ya demokratîk hesabê qirkirina Kurdan teqez bipirsin.

Nepêkane ku têkoşîna gelekî ya ji bo azadiyê rabûye ser piyan bê tepisandin û tunekirin. Gelê Kurd êdî bi tenê nîne. Bi şoreşa civakî demokratîk a Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re xeleka qirkirinê ya sed salî hate şikandin. Gelê Kurd bi têkiliyên xwe yên dostaniyê re yên li qada herêmî û navneteweyî bûye hêzeke bingehîn a herêmê. Gelekî welê ye ku berê xwe li azadiyê ye û amade ye bi her awayî berdêlan bide. Ti plan ku îradeya demokratîk civakî û neteweyî ya gelê Kurd ji nedîtî ve bê, nikare bi ser bikeve.

‘Wezîfeya bingehîn cihgirtina li rex berxwedana bi rûmet e’

Ji bo her kes ê ku ji xwe re dibêje ez mirov im, wezîfeya bingehîn e ku li dijî êrişên dewleta Tirk a qirker li kêleka berxwedana bi rûmet a gelê Şengalê cih bigirin. Xwedîderketina li xelkê Êzidî ku li dijî 74 fermanan li ber xwe daye, ku herî dawî li dijî DAÎŞ’ê xwe û mirovahî parastiye û berdêlên giran daye, şertê mirovbûnê ye.

Li ser vê bingehê banga me li xelkê me yê li Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava û derveyî welat e;

Divê em dewleta Tirk û hêzên ku piştgiriya wê dike şermezar bikin. Hêzên ku plana êrişa hevpar kirine divê zanibin ku xelkê Şengalê ne bi tenê ye. Ji bo xelkê Şengalê bi rengekî azad bi bawerî û nasnameya xwe bijî, wezîfeya exlaqî û wijdanî ya her kesî ye ku xwe li pêşberî xelkê Êzidî deyndar bibîne û bikeve nava liv û tevgerê.”

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button