Li Seyrangeha Solaxê Cejna Çarşema Serê Nîsanê hat pîrozkirin

Ji derveyî Geliyê Kersê bi hezaran kes li Seyrangeha Solax a ser bi Şengalê jî kombûn û Çarşema Serê Nîsanê bi gerandina govendê li ber dahol û zirneyê pîroz kirin. Di cejnê de welatî daxwaza azadiya dîlên di destê DAIŞ'ê de kirin.

Îsal ji hemû salan zêdetir Êzidiyên li her devera Kurdistanê û dîasporayê cejna Çarşema Serê Nîsanê ya weke roja kewna (çêbûn) dinyayê binav dikin, pîroz kirin. Ji hemû şahiyan jî Êzidî peyamên piştgiriyê dan Êzidiyên li Şengalê ku bi navê hemû Êzidiyan li berxwe didin û Êzdayetiyê li ser koka xwe diparêzin.

Weke li gelek deveran, duh Cejna Çarşema Serê Nîsanê ya ‘Babê Şêx’ li geliyê Kersê û Solaxê bi girseyî hatin pîrozkirin. Li Seyrangeha Solaxê jî beşek ji Êzidiyên Qibletê û navenda Şengalê kombûn û cejnê pîrozkirin.

Girseya gel li ber dahol û zirne govend gerandin. Welatiyên beşdarî şahiyê bûyîn, hest û peyamên xwe bi rêya ajansa me parvekirin û daxwaza azadiya dîlên Êzidî yên di destê DAIŞ’ê de kirin. Her wiha kêfxweşiya xwe ya ji şahiya girseyî anîn ziman û cejnê li tevahiya Êzidiyan pîrozkirin.

ŞENGAL

18/04/2024

Show More
Back to top button