TAJÊ:Me tama azadiyê girtiye, emê li dijî hewldanên tunekirinê bibin mertal

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyek êrişa artêşa Iraqê ya li ser Şengalê şermezarkir û weke êrişa li ser bawerî, hebûn û îradeya civaka xwe pênase kir. TAJÊ got, “Me tama azadiyê girtiye, emê tu car li hember êrîşan bêdeng nemînin û serê xwe netewînin. Weke dayîkên êzidxanê emê bibin mertalên li pêşiya hewldanên tunekirina civaka me.”

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li ser êrişên artêşa Iraqê yên li ser Şengalê û armanca êrişan daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyaniya TAJÊ wihaye:

“Di 3’ê Tebaxa 2014’an de li pêşberê çavê hemû cîhanê li ser axa me ya pîroz û li dijî civaka me ya êzidî fermanekî hat kirin. Ev ferman bi armanca tunekirina baweriya Êzidiyatiyê bû. Lê belê bi berxwedaniya gêrîllayên Kurdistanê ku xwe gihandin hewara me, ev pilanên qirêj yên ku destê hemû dewletan tê de hebû di nav de jî PDK, vala hate derxistin û nehêştin bigihe armanca xwe.

Ji bo parastina vê axê û vê baweriyê zarokên me çek rakirin û hêzên parastinê yên Êzidxanê ava kirin. dewletên dagirker bi taybet Tirkiyê û hêzên PDK’ê ji bo ku heyfa binketina xwe di 3’ê Tebaxa 2014’an de rakin di 9’ê cotmeha 2019’an de peymanekî imzekirin. Ev peyam bi hemû xalên xwe li dijî îradeya civaka me bû. Lê dîsa bi berxwedaniya civaka me û dayîkên me ev peyman ne gihît armanca xwe.

Lê belê Enqera, Bexda û PDK’ê ji bo ku ev peyman bi cih bînin, serî li hemû rêbazan dan. Herî dawî jî duh hêzên bi ser hikumeta Kazimî ve hewl dan seytereya hêzên me ya Asayîşa Êzidxanê  ya ku li gundê Digurê ye bigrin. Ev hêz bêku danûstandinê bikin bi ser asayîşa me ve çûn. Ji bo parastine xwe û axa xwe Asayîşa me bersiv dan. Di encam de sivîl birîndar bûn.

Ev êrîşa ku ji aliyê hêzên bi ser hikumeta Kazimî ve hatiye kirin, ne tesedufe. Her kes dizane ku Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê di 17’ê vê mehê de êrîş birin li ser çiyayên Başurê Kurdistanê. Ev êrîşa ku li Şengalê jî hatiye kirin ji wê pilana qirêj ne qute. Armanca dewleta Tirk a dagirker ewe ku axa Kurdistan û Iraqê perçe perçe bike. Lê mixabin ev yek jî bi destê hêzên PDK’ê ve tên kirin. Niha jî dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê dixwazin van pilanan bi riya artêşa Iraqê ve li Şengalê pêkbînin.

Em bang li hikumeta Kazimî û Bexdayê dikin da ku nebin desteka vê pilanên qirêj. Bila neyê lîstokên PDK’ê û dewleta Tirk a dagiker. Iraq giştî di nav rewşekî aloz de ye, ev rewş bila kur nebe. Lewma lazime hikumeta Kazimî û Bexdayê di berjewandiya gelên Iraqê de tevbigerin ne li dijî gelan.

Her wiha em nêzî cejna me ya pîroz cejna Çarşema Serê Nîsanê dibin. Ev êrîşa ku di van rojên pîroz de hatiye kirin em weke pîvaneke ne ehlaqî dibînin. Di her êrîşekî li ser civaka me tê kirin her dem rojên me yên pîroz de dikin. Evana hemû ne tesedufin. Em viya weke êrîşa li ser baweriya Êzidyatî, hebûna îradeya civaka me dixwînin û şirove dikin.

Di dawiyê de em weke dayîk û jinên Êzidxanê dibêjin ev axa ku bi xwîna zarokên me hatiye parastin, bi hêsanî ji kesî re nahêlin. Bi hezaran sale ji bo tunekirina me her dem êrîş li ser me hatine kirin. Lê belê civakeke ku carekî tama azadiyê girtiye tu car serê xwe natewîne. Em jî yek ji van civakanin ku me tama azadiyê girtiye, emê tu car li hember êrîşan bêdeng nemînin û serê xwe netewînin. Weke dayîkên êzidxanê emê bibin mertalên li pêşiya hewldanên tunekirina civaka me.”

NAVENDA NÛÇEYAN-ŞINGAL

 

Show More
Back to top button