Fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir Cefrî li Şengalê hatin bi bîranîn

Li komelgeha Duhla ya Şengalê Fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir Cefrî ku di 27’ê Sibata 2023’an de di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûn, hatin bîranîn û xêr hate belavkirin.

Di 27’ê Sibata sala 2023’an de Fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir Cefrî li gel şervanek din dema xwestin herin taziyeya du ciwanên Êzidî, bûn hedefa êrişek hewayî ya dewleta Tirk ku encamê de her du Fermandar Pîr Çeko û Agir Cefrî şehîd bûn û rêhevalek wan jî birîndar bû.

Îro Fermandarên YBŞ’ê li ber mala Şehîd Çeko a li ser rêya Komelgeha Duhla ya Şengalê xêr hate dayîn. Ji tevahiya Şengalê bi sedan welatî tevî nûnerên sazî û rêxistinên Şengalê, berpirsên leşkerî û nûnerên siyasî amadebûn. Di bin konê xêrê de ji bo bîranîna Şehîd Çeko û Şehîd Agir merasîmek hate lidarxistin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo hemû cangoriyên azadiyê destpê kir û piştre peyamên xwedîderketina li keda şehîdan hatin dayîn.

Destpêkê de li ser navê malbata Şehîd Çeko birayê şehdî Kerîm Bedel axivî û wiha got: “Pêşengên me ku ji bo parastina bîr û baweriya xwe şerkirine, keç û jinên Êzidî ji destê DAIŞ’ê rizgarkirîn, di encama îxanet de tên şehîdkirin. Mixabin hinek ciwanên qels hevkariya dijmin didin û dibine sedema şehîdxistina van pêşengên me. Em bang li ciwanên xwe dikin ku bila dijmin we ne xapîne û li dijî civaka xwe kar nekin.”

Her wiha li ser navê Desteya Oldaran Feqîr Îsmaîl û li ser navê Fermandariya YBŞ û YJŞ’ê jî Axîn Întîqam axivîn. Axîn Întîqam di destpêa axaftina xwe de hemû şehîdên li ber axa Şengalê de canê xwe dane bi bîranî û wiha pê de çû: “Civaka me xwedî êşeke mezine û berdêlên girane. Bersiva herî mezin jî xwe avakirina li ser xeta şehîdane. Ji ber ku dijminê dagirker nikare sing bi sing bi ser me de were, bi siyaseta xwe ya şerê taybet û karên sixûrtiyê di şexsê pêşengên me yên wek Pîr Çeko de tevahiya civaka me dike hedef. Di roja me ya îro de diijmin planên xwe yên tinekirinê li ser me dide meşandin û ji bo vê ked û destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin ji holê rake çi ji destê wan tê dikin. Em bang li tevahiya civaka xwe dikin ji bo xwedîderketina li vê kedê dest ji doza şehîdan bernedin. Me wek YBŞ û YJŞ’ê bi hev re sozek daye û heta em li ser vê axê jiyan dikin emê li ser wê sozê bin.”

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Pakîze Celal, ji Rêveberiya Xweser a Şengalê Hisên Sado û ji TAJÊ Neam Bedel axivîn û ji bo Şengala Xweser û azad soza şopandina xeta şehîdan dan û diyarkirin ku dijmin çiqas li er pêşengên civaka Şengalê de êrişan pêkbîne, wê nikaribe civaka Şengalê tine bike. Her wiha hate destnîşan kirin ku her êrişek li ser wan çêdibe doza şehîdan bihêztir dike û xelkê Şengalê wê bi vegera li ser axa xwe bersiva hemû êriş û fermana bide.

Herî dawî li ser têkoşîn û berxwedana Şehîd Pîr Çeko û Şehîd Agir Cefrî sînevîzyonek hate nîşandan û piştre ji bo şehîdan xêr hate belavkirin.

Show More
Back to top button