Li Hezexê Cejna Çarşema Serê Nîsanê hat pîrozkirin

Li gundê Kiwex yê girêdayî navçeya Hezexê Cejna Çarşema Serê Nîsanê bi gerandina govendê hate pîrozkirin.

Êzidiyan li gundê Kiwex yê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê, Cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kirin. Ji bilî Hezexê ji navçeya Midyad a Mêrdînê û Ewropayê jî gelek Êzîdî tev li pîrozbahiyê bûn. Êzidî di saetên serê sibê de li goristana gund kom bûn. Pişt re ji bo mevanên xwe hêkên rengîn û hin xwarin amadekirin.

Di pîrozbahiyê de hêk li hev dan û benên rengîn ku weke pîroz tên qebûlkirin bi zenda welatiyan ve kirin. Her wiha li qada ku darên maziyê lê bûn seyran hate kirin.

Di pîrozbahiya cilên rengîn li xwe hatin kirin de dîmenên rengîn derketin holê. Pîr Rêwas Êzidî yê şengalî ku beriya rituelên olî axivî, cejna hemû Êzidiyan pîroz kir. Êzidî, xwest ku cejn bibe wesîleya yekitiyê. Pişt re merasîma olî hate kirin û dua hatin kirin.

Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button