Şervanê YBŞ’ê Şengal li Digurê hate bibîr anîn   

Şervanê YBŞ’ê yê di encama qezayekê de şehîd bibû, li Komelgeha Digurê hate bîranîn. Di merasîma bîranînê de soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) di 2’yê Tebaxê de bi daxuyaniyekê diyarkiribû ku şervanê wan Şengal Qiranî (Qehtan Şivan Murad) yê di encama qezayekê de birîndar bibû, şehîd bûye.

Cenazeyê Şehîd bi merasimek heybet li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan spartibûn axê. Îro serdanên sersaxiyê bi dawî bûn û ji bo şehîd Şengal Qiranî merasîmek bîranînê hate lidarxistin.

Merasim bi beşdariya bi sedan xelkê herêmê, tevî nûnerên sazî û rêxsitinên civaka Êzidî, Şervanên YBŞ’ê YJŞ’ê û Asayîşa Êzidxanê, bi deqeyekê rêzgrtinê despêkir.

Di merasîmê de li ser navê Fermandariya YBŞ û YJŞ’ê Viyan Hebabî axivî.

Hebabî di serîde sersaxî ji tevahiya xelkê Êzidî û malbata Şehîd re xwest û got : “Şehîd Şengal dema dest avête çekê bê guman li ser wî esasî bû ku rê li ber fermana bigire da ku carek din dayîk û xwişkên me rastî zehmetiyan neyên. Heval Şengal di nava refên têkoşînê de bê dû dilî, li her qada ku pêwîst bû erka xwe pêkdianî. Nêzîkatiya wî ya ji têkoşîn û hevalên xwe re, bibû mînak. Beriya 7 salan bi hezaran jinên me, ketin destê DAIŞ û ferman bi ser wan de pêkanîn. Di rojek weke îro de, şehadeta heval Şengal ji bo me gelek giran bû.

Em wek fermandariya YBŞ û YJŞ’ê soza şopandina rêya şehîdan didin, emê teqez xwestekên wan bibin serî.”
Li ser navê malbata şehîd Şengal jî Xidir Hecî axivî. Xidir got ku şehîd Şengal ne şehîdê wan tenê ye, şehîdê tevahî Êzidxanê ye û got; “Her kesê di oxira Êzidxanê de şehîd ketibe, zarokên me hemûyanin. Şehîd Şengal ji bo

tolhildana ferman û rizgarkirina dayîkên me berê xwe da bû nav refên YBŞ û heya dawî li ser vê rêyê bû.”
Piştî axaftinan li ser têkoşîn û jiyana Şehîd Şengal, sînevîzyonek hate pêşandan.

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN

Show More
Back to top button