YBŞ: Qasim Xelef di têkoşîna civaka me de xwedî kedek pîroz bû

Fermandariya YBŞ'ê bi boneha wefata Qasim Xelef peyamek weşand û hate gotin; "Hevalê me û pêşengê civaka me Qasim Xelef di dîroka têkoşîna azadiya civaka me de xwedî kedek girîng û pîroz bû. Di vê wateyê de bi fikrê xwe, pêşengtiya xwe, keda xwe û sekna xwe bu nirxekê pîroz ê civaka me. Ji bona vê jî wê gelê me hertim xwedî li keda hevalê Qasim derbikeve û wê keda wî bigîhîjîne serkeftinê a jiyanekê azad."

Rêveberiya Xweser a Şengalê di 5’ê Nîsanê de bi daxuyaniyekê wefata endamê xwe yê berê Qasim Xelef Abdullah ragihand.

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi boneya wefata Qasim Xelef Abdullah peyamek weşand.

Peyama YBŞ’ê wiha ye:

“Di van rojên girîng ê têkoşîna gelê me de wefatkirina pêşengê civaka me Qasim Xelefet em ji kurahî de xemgîn kirin, jiber vê yekê em di serî de ji malbata xwe ya hêja û tevahiya gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Hevalê me û pêşengê civaka me Qasim Xelef di dîroka têkoşîna azadiya civaka me de xwedî kedek girîng û pîroz bû. Di her merheleyêkê de wî tû carî ji bona nirx, pîrozî, ol, bawerî û destkeftiyên civakê dest ji têkoşînê berneda û bû fedekar û kedkarê gelê xwe. Bi taybetî di şerê li hemberî DAIŞ’ê de rol û mîsyonekê girîng girt ser milê xwe, jibona jiyanekê azad di her kêliyê de têkoşiya. Hevalê Qasim di her kêliyê de di nava civakê de bû. Di sazî û dezgehên civakê de cîh û erk girt. Hevalê Qasim hevaltiyekê mezin di serî de bi hevalê me û pêşengê me yê mezin Mam Zekî Şengalî, Mam Beşîr, Seîd Hesen, Zerdeşt û bi Dijwaran re kir. Wî hertim rêya Mam Zekiyan şopand û bû şopdarekî mezin ê Mam Zekî. Bi taybetî piştî şehadetê heval û pêşengê me Mam Zekî soza ku daye heyanî kêliya dawî a jiyana xwe bû xwedî wê sozê û tevlîbûyînekê nimûne raberkir. Ew bû hevrêyêkê rast, dûrist û bawermend ê Mam Zekiyan. Hertim rêya wan jibona xwe esas girt û bi wî rengî bû dilsoz, fedekar û kedkarê civaka xwe.

Di vê watê de bi fikrê xwe, pêşengtiya xwe, keda xwe û sekna xwe bu nirxekê pîroz ê civaka me. Ji bona vê jî wê gelê me hertim xwedî li keda hevalê Qasim derbikeve û wê keda wî bigîhîjîne serkeftinê a jiyanekê azad. Çawa ku hevalê Qasim di her kêliyê de ji bona parastin û nirxê civaka xwe têkoşîn kir ked da wê civaka me jî bi wî rengî xwedî li keda heval û pêşêngê xwe Qasim derbikeve.

Di vê watê de di serî de Desteya Rêveber, Meclîsa Xweser û tevahiya saziyên civaka me divê bi pêşengê hêja Qasim Xelef hertim serbilind bin. Divê xizmeta ku jibona vê civakê daye di asta layiqbûna hevalê Qasim de bi jiyanî bikin. Tiştekê ku jibona van pêşengên me were kirin eve. Yanî bîranînên wan, keda wan, têkoşîna wan, armanca wan, xizmeta wan berdewamkirin û bi zaferê ve tacîdarkirine. Em di wê baweriyêdene ku pêşengê me hevalê Qasim jî wê di vê astê de were jiyanîkirin û wê bîranînên wî weke tevahiya fedaiyên vî gelî bibe ronahiya têkoşîna me ya azadiyê.

Ser vî esasî em careke dinê ji malbata xwe ya hêja, tevahiya eşîra eldaxî, gelê xwe, dostên civaka xwe, Desteya Rêveber, Meclîsa Xweser û tevahiya saziyên xwe re sersaxiyê dixwazin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button