Li Şengalê ji ber şewatê jinek jiyana xwe ji dest da 

Li komalgeha Dugurê a Şengalê di encama şewata malekê de jinek bi temen jiyana xwe ji dest da.

Îro danê sibehê li komalgeha Dugurê ya ser bi Şengalê di encana şewata Kerevane (Kabîne) a malekê de jina bi navê Baran Hefî ku temenê wê nêzî 60 salî bû jiyana xwe jidest da.

Li gorî agahiyên ji malbatê hatine girtin, di dema şewatê de tu kes li malê nebû, tenê Baran li malê bû. Ji nişkê ve şewat derket û bê ku sedemên wê bên zanîn agir li tevahiya malê belav bû. Di dema şewatê de ceyran jî nebû jiber wê jî sedemê şewatê heya nehe nehatina zanîn.

Baran li gel Malbata xwe jiyan dikir û ew bi xwe ji Komalgeha Sîba Şêx Xidire, lê ji dema fermanê de li komalgeha Dugurê jiyan dikirin.

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button