‘Divê hikûmeta Iraqê Asayîşa Êzidxanê nas bike’

Çalakiya xelkê me ya bi armanca piştgirîdayîna Asayîşa Êzidxanê hatî destpêkirin 59 roj li pey xwe hişt. Jinên ku tevlî çalakiyê bûn ji jinnews re diyar kirin ku dê xwedî li asayîşa xwe derkevin

Jinên Şengalê wiha pêde çûn; “Çawa zarokên me xwedî li me derdikevin û me diparêz in, em ê jî wan biparezin û xwedî li wan derkevin.”

Xelkê me li dijî peymana di navbera hikûmetên Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de hatî îmzekirin û her wiha ji bo piştgirîdayîna Asayişa Êzidxanê, 59 roj in li pêşiya Navenda Asayîşa Şengalê kon vedane. Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin ji aliyê meclis û saziyên Şengalê ve dewam dike. Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman. Duh gundê Dahula û Borikê nobet dewr girtîbûn. Endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) derbarê vê berxwedanê de ji ajansê re axivîne.

Tewrê Xelef, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser armanca nobetê û wiha got: “Em îro ji bo piştgiriyê bidin hêza xwe hatin li vir. Ev bû 59 roj çalakiya me dewam dike. Em ê her tim piştgiriyê bidin zarokên xwe. Em ê di nava berxwedanê de bin. Divê asayîşa me ji hêla hikûmetan ve bê nasîn. Em ala hikûmeta Îraqê li vir qebûl nakin ji ber ku di dema fermanê de me ji çeteyan re rûbirû hiştin. 7 sal in zarokên me parastina me dikin. Ez wekê jin daxwaz dikim ku xelkê êzidî di nava berxwedanê de bin û xwedî li asayîşa xwe derkevin.”

Gulistan Xidir jî bi van gotinan armanca nobetê anî ziman: “Ev çalakiya me gelê Şengalê nêzî 2 meh in berdewam dike. Heya roja me ya îro her kes dizanê ku Hikûmeta Îraqê naxwezê civaka me bibe xwedî vîn. Naxwazin zarokên me parastina me bike. Divê asayîşa me ji hêla hikûmetê ve bê qebûlkirin. Em ê heta daxwazên me bên qebûlkirin çalakiya xwe bidomînin. Edî em civaka êzidî ne wekê beriya fermanê ne, em xwe nas dikin û em ê xwe bi rêxistin bikin. Pewista xelkê êzidî bi yek carî di nava berxwedanê de bin.”

ÇAVKANÎ; NESRÎN HİSÊN – VİYAN SAÎD-JİNNEWS

Show More
Back to top button