‘Divê xweseriya Şengalê were dayîn’

Seroka Komeleya Jinan ya Iraqê Şemêran Merukil Edwîşo diyarkir ku peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê de ya li ser Şengalê, dibin zext û piştevaniya dewleta Tirk de hatiye îmze kirin û got divê xweseriya Şengalê were dayîn

Seroka Komeleya Jinan ya Iraqê Şemêran Merukil Edwîşo derbarê peymana 9’ê Cotmehê ya dinavbera Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê hatî îmzekirin, ji Rojnews re axivî. Şemêran da zanîn ku serokeşîr, niştecih û xelkên Şengalê vê lihevkirinê bi temamî red dikin.

Şemêran wek sedem jî got; “Ji ber ku ev peyman bêyî wan hatiye kirin û nêrîna wan li ser çarenûsa wan nehatiye girtin. Ev jî dûrî berjewendiya gelê Êzidiye.”

Şemêran li ser vegera penaberan jî ragihand ku divê ev mijar ji kirina amûra siyasî were dûrxistin, ji bo şehîd, birîndar û xaniyên xirab yên Şengalê tazmînat were dayîn. Şemêran destnîşankir ku li ser madeya 140 xelkê Şengalê jî xwedî nêrîne. Bêyî îradeya xelkê Şengalê divê ti peyman neyê kirin, ji ber yên ku li ber xwe dan xelkê Şengal bi xwe bûn.

Seroka Komeleya Jinan ya Iraqê Şemêran ragihand ku divê rêveberiyek serbixwe ji bo Şengalê were dayîn û got; “Divê ji bo ku nakokiya siyasî ji xak û nasnameya wan dûrbikeve, îdareya serbixwe ji bo xelkê Şengalê were dayîn. Divê rê neyê dayîn pêşmerge vegere Şengalê. Êzidî bi destê çeteyên DAIŞ rastî tûnekirinê hatin. Bi alîkariya hinek welatên navxweyî û navnetewî, bi hezaran kes şehîdketin, hatin revandin. Ev yek ji bilî penaberbûn, malwêraniyê ye, ev yek hemû li ber çavê cîhanê pêkhat. Bi vekişînê re radestî DAIŞ’ê hatin kirin. Îro jî tên û carek din lihevkirin û danûstandinan li ser dikin. Di demek birîna xelkê Şengalê hîn germe, mafê wan carek din tê binpêkirin.”

Seroka Komeleya Jinan ya Iraqê herî dawî behsa rola dewleta Tirk a dagirker ya di peymana 9’ê Cotmehê de kir û got; “Bê guman ev lihevkirin bi piştevaniya dewleta Tirk hatiye kirin. Bi taybet dema Wezîrê Parastinê yê Tirk Hulusî Akar serdana Iraqê kir, behsa bicihkirina lihevkirinê hatiye kirin.”

ÇAVKANÎ: ŞEMÊRAN MERUKİL EDWÎŞO-ROJNEWS

Show More
Back to top button