Jinên Şengalê bi boneya 4’ê Nîsanê dar çandin

Bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzdî (TAJÊ) weke salên derbas buyî îsal jî ji bo rojbûna Rêberê Gelên Azadîxwaz Abdullah Ocalan jinên Şengalê dar çandin

https://www.youtube.com/watch?v=1VBî9IXJ00&t=4s

Jinên ku bi sedan dar bi daxwaza azadiya Rêber Ocalan çandin daxwazên xwe yên azadiyê anîn ziman.

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Nûrê Xwidêda di derbarê rojbûna Rêber Ocalan  de wiha got: “Me jinên Êzidî berê xwe da gundê Tilezêrê û ji bo Rêberê xwe dar çandin. Ji ber Serokê me ji dar çandinê pir hesdike me jî ji bona wî dar çandin. Me fikir û felsefeya Rêberê xwe ji dil û can erê kiriye. Rêberê me ji xweza û parastina wê pir hez dike. ji bo wê em ji daxwaza rêberê xwe pêktînin. Em hemû jin bi hêviya sala tê azadiya Rêberê xwe bibînin daran diçînin. Em hertim tînin ziman, heya Serokê me li nava me de jiyan neke em ê weke jin hertim ji bona Serokê xwe di nav liv û tevgerê de bin.”

“ROJBÛNA RÊBERÊ ME ROJBÛNA ME JİNAN E”

Endama (TAJÊ) Zehrê Silêman jî azadiya hemû gelê bindest xwest û wiha axivî: “Ji bo rojbûna Rêberê xwe îro em hatine Tilizêr. Em di vê rojbûna Rêberê xwe de armanc dikin ku gûndên Şengalê yên bêdar bi darbikin. Ji bo me civaka Êzidî Rêberê gelan xwedî fikir û ramanek mezine, ger em ji fermanê rizgarbûne û niha em xwe bi rêxistin dikin bi saya wî ye ji bo wê cihê Rêberê me ji me re cûda ye. Em weke jinên Êzidî heya dawî em ê ji bo Rêberê xwe hertiştî bikin. rojbûna Rêberê me rojbûna me jinane.”

“Bİ ÇANDİNA DARAN RE ME DAXWAZÊN AZADİYA SEROKÊ XWE KİR”

Ciwana bi navê Nesrîn Xidir jî bi van gotinan 4’ê Nîsanê pîroz kir: “Me îro weke jinên Êzidî ji bona Serokê xwe dar çand, taybetî ev yek bi pêşengiya jinan hat kirin. Ji ber em weke jinên Şengalê ji piştî fermanê û heya roja îro li ser fikir û felsefa Serokê xwe azad jiyan dikin û berxwedana xwe dewam dikin. Emê hertim wî tiştî bikin yê Serokê me ji hesbike û em daxwaza azadiya Serokê xwe dikin. Hêvî û daxwaziya me ewe di nav me de jiyan bike û em bi hev re bên ber van daran.”

ÇAVKANÎ: NESRÎN HISÊN-ŞİNGAL-JİNHA

Show More
Back to top button