Bang û peyamên ji cejna Çarşema Serê Nîsanê: Warê mirov, kerameta mirov e!

Bi hezaran Êzidiyên Şengalê yên ji bo pîrozkirina cejna Çarşema Serê Nîsanê li hev kombûn, peyamên girîng bi rêya ajansa me dan û gotin: "Êzidî ji saya Xwedê û Rêber Apo niha careke din dikarin cejnên xwe li Şengalê pîroz bikin, keç û xortên me vedigerin ser çanda xwe ya qedîm. Yên dibêjin, Şengal ne arame bila werin vê derê bi çavê xwe bibînin. Warê mirov kerameta mirov e.'

Îsal ji hemû salan zêdetir Êzidiyên li her devera Kurdistanê û dîasporayê cejna Çarşema Serê Nîsanê ya weke roja kewna (çêbûn) dinyayê binav dikin, pîroz kirin. Ji hemû şahiyan jî Êzidî peyamên piştgiriyê dan Êzidiyên li Şengalê ku bi navê hemû Êzidiyan li berxwe didin û Êzdayetiyê li ser koka xwe diparêzin.

Êzidiyên Şengalê îsal li gelek cihên cûda li hev kombûn û pîrozkirin. Yek ji pîrozbahiya herî girseyî û navendî jî ya li geliyê Kersê ya li Baxçeya Rêber Apo bû. Şahiya Geliyê Kersê bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê hate rêxistinkirin û gelek hunermendên herêmî yên Êzidiyan û yên derve tevlîbûn û peyam hatin dayîn. Bihezaran kesên li Geliyê Kersê kombûn, daxwaza Xweseriya Şengalê û azadiya Rêber Apo kirin.

Çend welatiyên tevlî şahiyêbûn jî, kêfxweşiya xwe ya ji jinûve zindîbûna Şengalê û girseyîbûna cejnan bi ajansa me re parve kirin.

‘Cejnê li gerîlayan û şervanan pîroz dikim’

Dayê Emşê Simoqî ya bi cil û bergên resen ên Êzidiyan tevlî pîrozbahiyê bû, minnetdariya xwe ya ji keda gerîla ya di ber parastina wargeha Êzidiyan de bi van gotinan îfade kir: “Ez vê cejna serê salê li hemû milletê Êzidî pîroz dikim. Ez li hemû xelkê xêrxwazên Êzidiyan jî pîroz dikim ku bi me re bûne alîkar. Îro cejna Tawisê Meleke û em îro hatine bahev gelek kêfxweşin. Hêvî dikim bibe cejna keyfxweşî û serkeftinê. Me diviya hemû xelkê me yê kampan jî vegeriyaban ser cih û warên xwe da em bihevre pîroz bikin. Ez vê cejnê li şervanên me yên YBŞ-YJŞ û gerîlayên serê çiya pîroz dikim.”

‘Hêvî dikim dîl girtiyên me yên destê DAIŞ’ê azad bibin’

Welatiyê bi navê Xêrî Çelkî jî cejnê li hemû Êzidiyan pîroz kir û kêfxweşiya xwe bi van gotinan anî ziman; “Ez ji Xwedê û Tawisê Melek dixwazim sala bê, hemû Êzidiyên me ji destê DAIŞ’ê azad bibin û em vê cejnê bihevre, di nava kêfxweşiyê de pîroz bikin.”

‘Em ji saya Rêber Apo van şahiyên xwe lidardixin’

Welatiyê bi navê Şêx Celal jî diyar kir, Rêber Apo û gerîla hiştin, careke din Êzidî li warê xwe vegerin û kêfxweşiya xwe ya ji girseyîbûna cejnê wiha bilêv dike: “Ez ‘kewna dinyayê’ li hemû şervanên YBŞ-YJŞ’ê, li asayîşa Êzidxanê û gerîlayên serê çiya pîroz dikim. Dijmin çi bike jî, emê weke milletê tawisê melek dest ji çanda xwe bernedin û dewam bikin. Eger dema fermana 2014’an şervanên Rêber Apo bi hawara Êzidiyan ve ne hatiba, me dê nekarîba niha van şahiyan li vir pîroz bikin. Ji ber vêya ez vê cejnê li wan pîroz dikim. Em vê rojê ji saya xwedê, Rêber Apo û şervanên serê çiya pîroz dikin. Ji saya wan niha keç û xortên Êzidî vedigerin cil û berg û rêûresmên xwe. Em ji wan re dibêjin, spas û em deyndarê we ne.”

‘Aramiya li Şengalê li ti devereke din a Iraq’ê nîne’

Li ser vegera koçberan û îdîayên derbarê Şengalê de ku dibêjin, aramî nîne jî Şêx Celal vê peyamê dide: “Ez ji yên îdîa dikin, aramî li Şengalê nîne re dibêjim, werin vê derê bibînin hunê bibînin aramî heye an na. Em aramiya li Şengalê li ti devereke Iraq’ê nabînin. Çand û rêûresmên me yên li Şengalê hene, li ti cihê din nîne. Lewma em bang li gelê me yê koçber dikin û dibêjin, werin ser cih û warê xwe. Mirov bi warê xwe serbilind, bi şeref û namus e. Cihê mirov kerameta mirov û şerefa mirove.”

ŞENGAL-ROJNEWS

18/04/2024

Show More
Back to top button