Dewleta hoveber êrîş dike, dinya bêdeng e

Dewleta Tirk a dagirker ku hemû pîvanên mirovî binpê kirine, bi awayekî hovane êrîşî nexweşxaneya li Şengalê kir, welatiyên ku bi hawara birîndaran çûn jî bûn hedefa hoveberan. Lê di serî de Iraq hemû dinya bêdeng e.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ku duh li navenda Şengalê seyareya YBŞ’ê bombebaran kiribû û fermandarek YBŞ’ê Seîd Hesen û biraziyê wî şehîd kiribû, îro jî nexweşxane kir hedef.

Balafirên ku duh li pêş çavên Serokwezîrê Iraqê Mistafa Kazimî yê çûbûn Musil û Şengalê bombebaran kiribû, îro dîsa li pêş çavên dinyayê êrîşî Nexweşxaneya gundê Sikêniyê yê başûrê çiyayê Şengalê kirin.

Piştî êrîşa yekemîn, gelê herêmê hewl da ku birîndaran ji avahî derxîne, lê balafiran careke din êrîş kir. Liser van herdu êrîşan welatin xwestin xwe bigihînin nexweşxaneyê û birîndaran rakin, lê hoveberan cara sêyem bombebaran kir.

Di dîmenên ku ji aliyê rojnamevanên xwe gihandin herêmê ve hatine kişandin de tê dîtin ku avahî hilweşiya ye û duman jê bilind dibe.

Piştî sê êrîşan, welatiyan karîbû hinekê xwe nêzî nexweşxaneyê bikin û birîndaran veguhezinîn nexweşxaneyên din.

Ji ber êrîşên hovane, heta niha derbarê şehîd û birîndaran de agahiyên zelal nehatine bidestxistin.

Gelê Şengalê ku xwe gihandiye cihê êrîş hêrs û nifrîna xwe anî ziman.

Balkêş e ku duh di dema serdana Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî ya Musil û Şengalê de êrîş pêk hatibû, lê Iraqê bi resmî tu bertek nîşan nedabûn. Îro jî heta niha dijî êrîşê helwestek nehatiye nîşandan û cîhan jî bêdeng e.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button