Ji bo Ş. Heval Azad xêr tê dayîn

Ji dûh ve ji bo Ş. Heval Azad serdanên sersaxiyê tên pêşwazî kirin. Konê sersaxiyê li şehîdgeha Ş. Dilgeş û Ş. Berxwedan hatiye vedan.

Hate hînbûn ku îro xwarina xêrê li ser navê şehîd Heval Azad tê dayîn.

Di 9’ê Mijdara 2020’an de balafirên artêşa Tirk gundê Xelef a girêdayî herêma Barê bombebaran kiribûn. Di encama êrîşê de şervanê YBŞ’ê Heval Azad û 2 welatîyên me birîndar bibûn. Her sê birîndar piştî êrîşê veguhestibûn nexweşxaneya Mûsilê. Heval Azad li nexweşxaneyê şehîd bûbû. Lê hêzên ewlekariyê yên Iraqê cenaze desteser kiribûn û piştî 70 rojan li ser gelek hewildan û nerazîbûna civaka me teslîmî rêveberiya Şengalê hatîbû kirin.

Xelkê me bi beşdarîya şervanên YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê re Ş. Azad bi merasîmek bi heybet li şehîdgehê oxir kirîbûn û spartîbun axê. Ji bo şehîd Heval Azad serdanên konê sersaxiyê didomin.

Show More
Back to top button