MXDŞ; Dagirkeriya li Efrînê dagirkeriya li ser Êzidî û Êzidxanê ye

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) di salvegera 3'an a dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve şermezar kirû bang li sazî û dezgehên mafê mirovan kir ku kes her kesdî li ber vê dagirkeriynin bênene

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) di salvegera 3’an a dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve şermezar û bang li sazî û dezgehên mafê mirovan kir ku kes her êdî li ber vê dagirkeriynin bêne.

MXŞD di daxuyaniya xwede var; “Em dagirkirina li ser Efrînê weke dagirkirina li ser gelê Êzidî û Êzidxanê dibînin.”

MXDŞ’ê di dewama daxwuyaniya xwede ev peyam da: “Em Meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê vê dagirkirina li ser Efrînê li ser gelê Êzidî û Êzidxanê dibînin. Ji ber ku ew zihniyeta ku êrîşî Efrînê kirî her ew feraset bû ku di Tebaxa 2014’an de êrîşî gelê Êzîdî kir û di encamê de gelek jin û zarokên Êzîdî hatin girtin û di sûkan de hatin firotin. Ev kiryarên wiha ji dema Efrîn hatî dagirkirin heya roja îro li ser gelê me yê Efrînê dewam dikin. Bi hema awayî destdirêjiyê li ser jinan dikin û ji bilî fikrê xwe yê radîkal ti ol û baweriyek din qebûl nakin.”

MXŞD’ê heman demî got ku ew dewleta Tirk a faşîst ya bi çeteyên xwe êrîş birin ser Efrînê şermezar dikin û wiha pêde çu; “Em hêzên navneteweyî ku çavê xwe li ser dagirkirina Efîrnê girtine berpirs ji van kiryarên li ser gelê sivîl û taybetî civaka Êzidî ya niha di bin dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de ne berpirsiyar dibînin. Em vê dagirkirina li ser Efrînê ku tê meşandin li ser mirovahiyê bi temamî dibînin. Em bangî hemû sazî û dezgehên mafê mirovan, onun kesekî xwe mirov dibine dikin û dibêjin divê li hemberî vê bêexlaqî û bêmirovatiya li ser Efrînê bê deng nemînin. Em dibêjin bes e ji dagirkeriyê re.”

Show More
Back to top button