Babê Şêx serdana Hevserokê Meclîsa Xweseriya Şengalê kir  

Rêberê Ruhanî yê Êzidiyan Babê Şêx Ilyas Nasir di çarçoveya bernameya xwe ya Şengalê de, Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ziyaret kir.

Rêberê Ruhanî yê Êzidiyan Ilyas Nasir piştî ku wek Babê Şêx hat hilbijartin duh ji bo cara yekem serdana Şengalê kiribû. Babê Şêx di çarçoveya serdanên xwe de bi gelek kesayetiyên Şengalê, Serok eşîr û oldarên Êzidiyan re hevdîtin pêk anîn.

Babê Şêx di çarçoveya seredana xwe de îro jî Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Haşim Hecî ziyaret kir. Babê Şêx li mala Haşim Hecî ji aliyê rayedarên Rêveberiya Xweser a Şengalê ve hat pêşwazîkirin.

Ziyareta li mala Haşim Hecî didome.

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button