Çalakiya konê ya li Hanoverê jî didome

Çalakiya konê ya ji bo xwedîderketina li xweseriya Şengalê, bi taybetî xwedîderketina li Asayîşa Êzidxanê ya 16'ê Çileyê li bajarê Hanovera Elmanyayê destpê kirî didome

Çalakiya konê ya ji bo xwedîderketina li xweseriya Şengalê, bi taybetî xwedîderketina li Asayîşa Êzidxanê ya 16’ê Çileyê li bajarê Hannovera Elmanyayê destpê kirî didome.

Çalakii di roja 5’an de ye. Tê payîn ku çalakî heya 30’ê Çileyê bidome.

Dûh di çalakiya de, endamê Koordînasyona Êzidiyên Ewrûpa Carcûr Cemîl, Parlamenterê berê yê HDP’ê Faysel Sariyildiz û li ser navê tevgera Êzidiyan axaftin kirin û piştgiriya xwe ji bo berxwedana li Şengalê anîn ser ziman.

Çalakiya konê ya ku her roj di navbera demjimêr 1:00 nîvro heya 3:00’an dom dike bi eleqeyek mezin berdewam dike.

Show More
Back to top button