Li Şengalê ciwan dijî dagirkeriya Tirk û hevkarên wê meşiyan

Ciwanên Êzidî li Şengalê dijî dagirkeriya dewleta Tirk û hevkarên wê meşek girseyî lidarxistin. Ciwanan ragihand ku ger gerîla nemîne, wê tiştek bi navê Kurd û Kurdistan jî nemîne

https://www.youtube.com/watch?v=Eg-pl7YMtUs

Ciwanan bang li hemû ciwanan kirin da ku Werin Cenga Azadiyê û têkoşînê bilind bikin.

Dagirkeriya dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dike. Dewleta Tirk roj bi roj dikeve nava xaka Başûr û dagir dike. Di serî de PDK Hikumeta Iraq û Herêmê hemberî dagirkeriyê bêdenge. Nerazîbûna li hemberî dagirkeriya Tirk di nava gel de roj bi roj zêde dibe. Bi vê boneyê duh êvarî li Şengalê meşek meşaleyî hate lidarxistin.

Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî, bi tevlîbûna xelkê Şengalê dijî dagirkeriya dewleta Tirk û hevkarên dagirkeran, meşek meşaleyî lidarxistin. Meş li ber dibistana navenda Komelgeha Duhla destpêkir. Di meşê de bê navber dirûşmeyên dilsoziya bi gerîla re hatin qêrîn. Alên PKK’ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bilind kirin. Meşa meşaleyî heya ber derê avahiya Meclîsa Gel dewam kir.

Li ber derê Meclîsa Gel a Şengalê, li ser navê ciwanan, Salim Şengalî daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin; “Em wek ciwanên Êzidî tifaqa şer ya li ser me û gerîlayên azadiya Kurdistanê ti carî qebûl nakin. Ji ber ku ev tifaqî raste rast dijminahiya gel, ol û baweriyane. Şerek mezin heye û divê her kes di ferqa vîşerî de be. Şerê hebûn û tinebûnê ye, lewma dewleta Tirk bi hemû hêza xwe vî şerî dide meşandin. Dewleta Tirk ji bo bigihi encamê, hemû hêza xwe bikartîne. Tevî teknîk û hemû hêza xwe jî, heya niha jî nekariye li Zap, Metîna û Avaşîn bi serkeve. Ev şer nîşana binketina dewleta Tirke. Niha dixwazin bi destê NATO mala Barzanî bixin nav şer de, taybet li Metîna NATO dixwaze tevliheviyê derxe û gerîla û pêşmerge bîne beramberî hev.

Bila pêşmerge nekevin vê xefkê, eger wisa biçe ev yek wê faleketek mezin bi xwere bîne. Ji ber ku ger gerîla nemîne, wê Kurd û Kurdistan jî nemîne. Şerê gerîla ya hemberî dagirkeran, şerek dîrokî ye û dijmin li ber ketinê ye.

Em wek ciwanên Êzidî, ji warê mam Zekî, Beşîran heya Zerdeşt û Egîd Civiyan, silavên xwe ji gerîlayên azadiyê re dişînin. Emê teqez dagirkeran li ser axa welat derbixin. Em bang li ciwanên Êzidî û tevahiya ciwanên Kurdistanê dikin, werin Cenga Azadiyê.

Em bi berxwedan û têkoşînê dagirkeran bin bixin û Rêber Apo azad bikin.

Piştî daxuyaniyê bi agir ‘Cenga Azadiyê’ hate nivîsandin û bê navber dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hatin qêrîn.

Show More
Back to top button