Fermandarê YBŞ’ê: Li hemberî hemû êrîşan em amade ne -2 

Ji Fermandariya YBŞ’ê Çeko Şengalî balê kişand ser hevkariya PDK, dewleta Tirk a dagirker û DAIŞ’ê ya li herêmê û ev peyam da civaka Êzidî: “Gelê Şengalê dikare bê tirs kar û xebatên xwe bide meşandin. Ne tenê DAIŞ li hemberî hemû hêzan amadekariyên me hene û eger êrîşek çêbe hêza me heye ku em gelê xwe biparêzin.”

Ji Fermandariya Yekineyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Çeko Şengalî gelek mijarên giring ên têkildarî plan û êrîşên li ser Şengalê û bi taybet jî polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê nirxandin. Çeko Şengalî destnîşan kir ku dewleta Tirk şêwazê êrîşên xwe yên li hemberî civaka Êzidî guhartiye, PDK jî bi dezgeha xwe ya Parastinê hevkariya MÎT’ê dike û ev hişyarî kir: “Kesên îxanetkar bila dest ji karê xwe yê qirêj berdin, ewê jî bibin hedef.”

Fermandarê YBŞ’ê Çeko Şengalî behsa guhertina şêwazê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê kir û armancên van êrîşan wiha şîrove kir: “Ji destpêkê ve armanca dijmin tunekirina pêşengên Êzdiyan bû, lê bi hedefgirtina Hevalê Seîd Hesen û êrîşa li ser Nexweşxaneya Sikêniyê her wiha Hevalê Merwan Bedel re şêwazê êrîşên xwe yên li ser Şengalê guhertin. Hedef ew bû ku îradeya gelê me bişkînin lê bila her kes bizanibe soza ku gelê me dayî wê pêk bîne û li ser vê dozê wê berdewam bin.”

‘Ji bo me tu ferqa dewleta Tirk ji DAIŞ’ê nîne’

Çeko Şengalî, êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Meclîsa Gel a Xanesorê jî bibîrxist û ev pirs kir: “Li ser meclisa gel, li ser sivîlan êrîş hate kirin. Gelo dewleta Tirk kê dixapîne û dibêje ‘em êrîşî ser kesên biyanî dikin’ ma ev ne zarokên vê axê ne?” Şengalî diyar kir ku her kesekî ku li hemberî DAIŞ’ê li ber xwe daye dibe armanca dewleta Tirk û wiha berdewam kir: “Ji bo me tu cûdahiya dewleta Tirk ji DAIŞ’ê nîne. Ev hevalên me ku bûne hedefa dewleta Tirk, serkêşî ji şerê li hemberî DAIŞ’ê re kirine. Dewleta Tirk DAIŞ’ê xwedî kir, rêxistin kir û bi ser gelê Êzidî de şand. Di serî de dewleta Tirk û kesên ku hevkariya wê jî dikin ji DAIŞ’ê ne cûda ne û emê jî wisa nêzî wan bibin.”

Çeko Şengalî her wiha bibîrxist ku di 2023’an de Peymana Lozanê 100 salê xwe tije dike û polîtîkaya dewleta Tirk a dagirker a dîrokî wiha şîrove kir: “Dewleta Tirk wê hewl bide vê xetê dagir bike û li herêmê bicih bibe. Ne tenê li Şengalê belku li Mûsilê û tevahiya Iraqê wê tevliheviyê derxe. Ji Kerkûk, Mûsil heya Şengal û axa Rojava, armanca dewleta Tirk dagirkirina van herêman e.”

‘MÎT û dezgeha Parastinê bi hev re tevdigerin’

Çeko Şengalî her wiha bal kişande ser rola PDK’ê ya di êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê jî û got: “Rola PDK’ê di van êrîşan de heye, MÎT û Dezgeha Parastin a PDK’ê bi hev re tevdigerin û bi rêya wan ev êrîş li ser Şengalê pêk tên. Hin kes hene di nava dezgehê Parastinê de ku li ser xwîna miletê xwe  bazirganiyê dikin û bi rêya wan êrîş têne kirin. Lê bila ew kes bizanibin, eger sibe karê dewleta Tirk bi van kesan xilas be, dewleta Tirk wê wan jî tine bike.”

Şengalî da zanîn ku MÎT û PDK’ê di çarçoweya şerê taybet de gefa li ciwanên Êzidî dikin û wiha domand: “Li Şengalê ji bo derbarê pêşengên Êzidiyan de agahî kom bikin, bi rêya telefonê gefan li ser hin kesan dikin. Herî dawî derket holê ku MÎT û PDK’ê bi rêya telefonê gef li ciwanên Êzidiyan kirine ji bo ku agahiyan li ser hêzên me bidest bixin. Kesên ku dibin hevkarê dijmin, pêwîst e dev ji vê qirêjiya xwe berdin, dest ji vê tirsa ji dewleta Tirk berdin û nebin hevkarê wan. Belku îro êrîş li ser YBŞ’ê û pêşengên Êzdiyan tên kirin lê ev kesên îxanetkar bila bizanibin, ew jî wê rastî êrîşan werin. Kesên di nava dezgehê Parastinê de ku hevkariya dewleta Tirk dikin ew jî wê bên hedefgirtin.”

‘Cihê kesên îxanetkar di nav xwe de venekin’

Şengalî li hemberî îxanet, gef û êrîşan jî bang li Êzidiyên Şengalê kir ku ji bo avakirina Şengaleke xweser û azad rabin ser piyan û wiha berdewam kir: “Eger me xwe bi xwe nekir wê tu kes ji bo pêşeroja me neke, pêşeroja me wê herdem wek 2014’an be. Ji bona vê banga me li tevahiya keç û xortên me re ye bila dijmin qebûl nekin, werin destê xwe bidin destê me û em bi hevre Şengalê ava bikin. Ev êrîşên ku li ser YBŞ û YJŞ’ê têne kirin ji bo tunekirina pêşeroja keç û xortên Êzdiyan têne kirin. Em bang li gelê xwe dikin ji niha û şûnde cihê kesên îxanetkar di nava xwe de venekin.”

‘DAIŞ bi dawî nebûye û Şengal jî hedefe’

Çeko Şengalî li ser hewldanên zindîkirina DAIŞ’ê û êrîşa li ser Girtîgeha Sinaayê ya li Hesekê jî ev nirxandin kir: “Li Hesekê DAIŞ’ê êrîş kir her wiha li Diyala li dijî hêzên Iraqê êrîş pêk anîn. Gelê me pêwîst e bizanibe ku DAIŞ bi dawî nebûye, bi desteka dewleta Tirk DAIŞ xwe li herêmê bicih dike. Pêwîste gelê me derfet nede ku dijmin rehet karibe li ser axa Şengalê tevbigere. Li ser axa Iraqê bi giştî metirsî heye û Şengal bi xwe jî hedefe. Parastina civaka Êzidî îro di destê civaka Êzidî de ye. Êzidî gihiştine wê astê tiştê ku bixwazin dikarin bikin lê pêwîste gelê me yekîtiya xwe xurtir bike.

‘Hêza me heye em bersiva êrîşan bidin’

Fermandarê YBŞ’ê Çeko Şengalî di dawiya nirxandinên xwe de bi van gotinan peyama berxwedanê da civaka Êzidî: “Eger gelê me xwe bi hêzên parastinê re di ber parastina Şengalê de berpirsiyar bibîne emê karibin rê li ber hemû êrîşan bigirin, komployên li ser Şengalê vala derxin. Em wek YBŞ’ê û YJŞ’ê herdem amade ne ji bo civaka xwe canê xwe bidin û pêşengiyê ji berxwedaniyê re bikin. Gelê Şengalê dikare bê tirs kar û xebatên xwe bide meşandin. Eger êrîşek li ser Şengalê pêk were ew hêza me heye em bersiv bidin û gelê xwe biparêzin, ne tenê DAIŞ, li hemberî hemû êrîşan amadekariyên me hene.”

ÎBRAHÎM ÊZDÎN-ŞENGAL

Show More
Back to top button