TAJÊ ji welatên ku jenosîd qebûl kirine re nameyek vekirî şand

Bi boneya salvegera 9’emîn ya komkujiya 3’yê Tebaxa sala 2014’an ya ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê li dijî civaka Êzidî hate kirin, Komîteya Dîplomasiyê ya Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji welatên ku jenosîd qebûl kirine re, nameyek vekirî şand .

Komîteya Dîplomasiyê ya Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) diyar kir ku di fermana 74’an ya li ser civaka Êzidî de bi hezaran jin, zarok û mirovan ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran jin, keçên Êzidî dîl ketin destê çeteyên DAIŞ’ê û li ser cih û warê xwe koçber bûn. Di nava 9 salan de gelek welatan ev fermana 74’an weke jenosîd qebûl kirin. Bi boneya salvegera 9’emîn ya fermanê komîteya dîplomasiyê ya Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî TAJÊ ji welatên ku jenosîd qebûl kirine nameyek şandin.

Nameya ku ji aliyê komîteya diplomasiyê ya tevgera azadiyê ya jinên Êzidî hatiye nivîsandin wiha ye;

‘Dema Darizandina DAIŞ û hevkarên wê ye’

“Fermana 74’an ya li ser civaka me 9 salên xwe tije dike û dikeve sala 10’emîn. Ji bo civaka Êzidî bi taybet jinên Êzidî rojek gelek zehmet û bi êş e. Beriya 9 salan, roja 3’ê Tebaxê 2014’an, çeteyên DAÎŞ’ê  ji Bakûrê Îraqê ve êrişî Şengalê  kirin. Pêşmergên Partî Demokratîk Kurdistan  PDK bêyî ku li ber xwe bidin ji Şengalê vekişiyan û rê ji DAIŞ’ê re vekirin. Çeteyên DAIŞ ê li dijî civaka Êzidî hemû kiryarên derveyî exlaqê mirovahiyê weke, kuştin, dîlgirtin, koletî, destdirêjî û leşkerkirina zarokan a bi darê zorê pêk anî. Bi hezaran keç, jin, zarok û mirovên Êzidî dîl girtin.  Nêzîkî 3.000 endamên malbat û xizmên me, hêj di destên çeteyên DAÎŞ’ê de dîlgirtî ne û çarenusa wan ne diyare.

‘13 dewletan jenosîd nas kirine’

Li dijî civaka Êzidî ev sûcên dijî mirovahiyê yên DAÎŞ’ê , ji milê 13 welatan ve fermî wekî jenosayîd hatiye qebûlkirin. Qebûlkirina jenosayîda li ser civaka Êzidî ji aliyê van welatan ve, gavekî gelek erênî ye. Weke jin û civaka Êzidî em bi vê yekê gelek kêfxweşin. Lê belê divê ji bo darizandina DAIŞê û hevkarên wê piratîkî gav bên avêtin.

‘Kesên xwedî tawan xwe dispêrin kîjan hêz û rêxistinên dij mirovî’

Her çiqas li hindek welatên Ewrupa  çend çeteyên DAIŞ’ê tek tek hatin darizandin û ji ber sûcên wan hatibin mehkeme kirin jî, daxwazî û vîna me ya dozên hiqûqî yên berfireh nehatine bicihanîn. Wek kes Darizandina van kesên suçdar gelek giringe , lê ji vê giringtir kesên xwedî tewan xwe dispêrin kîjan hêz û rêxistinên dij mirovî. Pêwîste hemû aktor û dewletên girtî û vekirî DAIŞ xwedî kirine, aliyê lojistîk, leşkerî, perwerdehî, aborî û siyasî piştgiri dane werin lêkolînkirin, zelalkirin û  di dadgehek navnetewî de ji ber suçên dij mirovahî werin darizandin. Li rexmî ku 9 sal li ser jenosîdê re derbasbûye hina ji  aliyên sucdar wek kes, rêxistin û dewlet  li dadgehekê navnetewî  nehatine darizandin. Ev hiştiye ku suçdar hîna  ji êrişên xwe bidomînin. Îro êrişên dewleta Tirk yên hewayî nimûneya vê rastiyê a herî vekirî ye.  Hîna bi hezaran jin û zorokên me dilgirtine. Şengal ji nûve nehatiye avakirin ji bo alikariya mirovî, hukukî, siyasî, ewlehî, tenduristî hwd rayagiştî a cîhanê, dewlet û saziyên  navnetewî berpisyartiyên  xwe pêkneanîne. Ev ji bo civaka Êzidiyan cihê xemginiyê ye. Metirsiya li ser civaka me xilas nebûye, taybet êrişên ezmanî yên dewleta Tirk ewlehiya civaka me û Iraqê xirab dike. Em wek civaka Êzidî li bendêbûn birînên me werin pêçandin, çareseriyên civakî û siyasî werin pêşxistin. Lê mixabin hevalbêndên DAIŞ ê yên wekî Dewleta Tirk ji hewıldanên xwe yen faşîst, qirker û dagirker dest jê bernedaye.

‘Ji bo ku em Bihêz bisekinin me rêxistinbûna xwe esas girt’

Wek jinên Êzidî yên Şengalê,  me  piştî fermanê rêxistina xwe ya TAJÊ–Tevgera Azadiya Jinên Êzidî – ji bo ku em bikaribin xwe bihêz bikin û helwestên siyasî yên hevpar îfade bikin, ava kir. Em  konferansan çêdikin, jinan perwerde dikin, meşan li dar dixin û projeyên jiyanî yên  aborî, tenduristî, çandî û hwd, didin meşandin. Em wisa bawer dikin ku tenê zanakirin û xurtkirina civaka me, bi taybetî pêşdebirina jinan, dikare rê li ber fermanên  nû bigire. Xwe rêvebirin, xwe rêxistinkirin, xwe parastin mafê mirovan a herî bingehine.Me jî ji bona carekî din komkujî û bê mafî çênebin me pêwistî dît xwe bi  rêxistin bikin.

‘Êrîşên dewleta Tirk êrişên sistematik in’

Tevî travmaya civakî û texrîbatên berfireh ên binesaziyê, heta îro rewşa ewlekariyê pirsgirêkên cidî ji bo jiyana me a li Şengalê derdixine holê. Êrîşên ku ji aliyê hêzên hewayî yên dewleta Tirk ve ji sala 2017’an ve tên kirin, êrişên sistematik in. Armanca êrişên dewleta Tirk ji armancên DAIŞ ê ne dûrin. Heman tiştî armanc dike. Qurbaniyên van êrîşan mirovên Êzidî yên ku beriya 9 salan jenosaîd jiyan kirine. Ev êrîş hiqûqa navnetewî bin pê dikin û sûcên şer in. Ji ber ku nexweşxaneyên sîvîlan hedef tên girtin. Lê heta niha civata navnetewî,  ji bo rê li ber kiryarên dewleta Tirk ên hovane bigire, gavekî neavêtiye. Bêdengiya li hember hovitiya dewleta Tirk hiştiye ku ev êriş domdar bibin.

Em wekî rêxistineke ku temsîla jinên Êzidî yên Şengalê dike, bangî civata navnetewî ya dewletan dikin da ku:

  1. Hemû sazî û rêxistinên siyasî yên xwedî bandor, qetlîamên ku DAIŞ anîn ser civaka Êzidî wekî jenosîd qebûl bikin.
  2. Hesab ji hemû kes, sazî û rêxistinên ku di fermanê de berpirsiyariya wan hebûn, were xwestin: Di serî de çeteyên DAIŞ ê û hevkarên wê dewleta Tirk û PDK pêwîste hesap jê bê xwestin. Her wiha hesab ji hikumeta Başûrê Kurdistanê  bê xwestin,  ji ber ku bi erkên xwe yên parastina miletê Şengalê ranebûn.
  3. li 10’ê Hezîrana 2023’an Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê biryar da ku wê hin çeteyên DAIŞ’ê di zindanên di herêmên Bakur Rojhilatê de bidarizîne. Em wek civaka Êzidî bi vê biryarê gelek kêfxweş bûn. Em piştevaniya xwe a ji vê biryarê re heya dawî nîşan didin. Di girtîgehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rijhilatê Sûriyê de 10 hezar çeteyên DAIŞ ê hene. Em wek jin û civaka Êzidî daxwaz dikin  welatên ku Jenosîd nas kirine piştgirî bidin biryara Rêveberiya Xweser a darizandina DAIŞ ê, bi erk û berpirsiyartiyên xwe rabin.
  4. 9’ê Cotmeha 2020’an li ser Şengalê hevpeyman hat îmzekirin, ev hevpeyman bê îradeya gelê Şengalê bû. Bi taybet wek civaka Êzidî em vê hevpeymanê berdewamiya fermanê dibînin û qebûl nakin. Em daxwaz dikin welatên ku Jenosîd naskirine xeteriya vê hevpeymanê a li ser civaka Êzidî û xelkê herêmê bibînin û qebûl nekin.
  5. Ji bo êrîşên hewayî yên dewleta Tirk werin sekinandin biryara qedexeya ezmanî were girtin. Bi rêbaza girtina qada hewayî ya Şingalê rê ji keşif û balafirên şer ên dewleta Tirk re bê girtin. Dîsa bi rêbaza hewldanên diplomatîk û cezayên pêwîst.
  6. Ji bo ji nû ve avakirina herêma Şengalê bi hevkarî, bibin alîkar.

7- ji bo jin û zarokên di destên DAIŞ ê  de werin rizgarkirin xebatên hevpar werin rêxistinkirin û meşandin.

8- Hewildanên Hêzên Suriya Demokratik QSD yên rizgarkirina dîlgirtiyên di destê DAIŞ’ê de, em bi rêzdarî pêşwazî dikin. Bangawazî ji bo raya giştî ya navdewletî dikin da ku ji vê hewildana QSD re bibin alîkar û tifaqên hevpar pêşbixinin.

Ji bo baldariya we em ji niha ve sipasî dikin. Em bawer dikin ku helwestên welatên wekî we ku mafên mirovan li ser her tiştî de digirin, wê di têkoşîna li dijî dijminên mirovahiyê yên wekî DAIŞ de destkeftiyên girîng ji mirovahiyê re bidin qezenckirin. Heger pirs an jî daxwazên we hebin, hûn bi nameyeke elektronîk ji me re bişînin, emê kêfxweş bibin.

Bi rêz û hurmetên me,

Komîteya Diplomasî ya TAJÊ

TAJÊ – Tevgera Azadiya Jinên Êzidî”

NAVENDA NÛÇEYAN-ROJNEWS

Show More
Back to top button