Sara Botan: YBŞ û YJŞ ji hêrs û êşa jin û ciwanên Êzidî ava bûn

Berdevka Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê Sara Botan ragihand ku bi dehan ciwanên Êzidî ji fermanê heya roja me ya îro bûne parezvanê ax, civak û baweriya xwe û got: “YBŞ, ji êş ê hêrsa ciwanan hate avakirin. YJŞ ji êşa ku jina Êzidî kişandiye hate avakirin.”

Piştî fermana 3’ê Tebaxa sala 2014’yan a li Şengalê, pergala Rêveberiya Xweser a Şengalê bi pêşengiya jin û ciwanan hate avakirin û parastin. Di rojên destpêkê yên fermanê de bi dehan ciwanên Êzidî li gel gerîlayên HPG’ê dest bi parastina Çiyayê Şengalê kirin. Di nav demeke kurt de bi hezaran keç û xortên Êzidî tevlî berxwedanê bûn, hêzên YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê bi hêza ciwanan hatin rêxistinkirin. Ciwanên Êzidî xwe bi qada parastinê re jî sînordar nekirin û di hemû qadên jiyanê de sazî û rêxistinên xwe pêş xistin. Ji ber vê heqîqetê ye ku civaka Êzidî dibêje ‘Me pişta xwe daye zarokên xwe, ew terka me nakin.’

Berdevka Yekîtîya Ciwanên Êzîdxanê (YCÊ) Sara Botan ji fermanê heya roja me ya îro meşa ciwanên Êzidî ya ber bi jiyana azad ve ji ajansa me re nirxand.

Sara Botan diyar kir ku civaka Êzidî bi xwe rêxistinkirinê bersiva fermanê û hemû êşan daye û got: “Ev 9 sal in civaka Êzidî, bi taybet jî jin û ciwanên Êzidî li ser fikrê Rêber Apo xwe li Şengalê birêxistin dikin. Heta niha jî jinên Êzidî di bazarên dewletan de têne kirîn û firotin. Me dît tiştê ku jina Êzidî pê xilas bibe, pê neyê kirin û firotin, xwe rêxistinkirin e.’’

‘YBŞ-YJŞ ji êşa civakê hatin rêxistinkirin’

Sara Botan bibîrxist ku hêz û tevgerên xwe li Şengalê serwer kirine ti carî ji bo berjewendiya civakê tiştek nekirine û wiha berdewam kir: “Lê PKK bi fikrê Rêber Apo hate Şengalê, îro bi xêra wan me xwe li Şengalê birêxistinkiriye. Ji dîrokê heya niha hêzeke parastinê ji zarokên Êzidiyan çênebûye. YBŞ, ji êşa ku em pê re rû bi rû man hate rêxistinkirin. YJŞ, ji êşa ku jina Êzidî kişandiye hate avakirin. Hemû sazî û dezgehên me bi vî awayî hatin rêxistinkirin. Ev rêxistinbûn neba, wê zirareke mezin li civaka Êzidî bihata.’’

‘Ferman heya niha jî berdewam e’

Sara Botan destnîşan kir ku ciwanên Êzidî ji bo rê li ber êrîş û fermanan bigirin hêza xwe ava dikin û wiha axivî: “Da ku em koçberê dewletan nebin em xwe birêxistin dikin, da ku em axa xwe, çand û baweriya xwe biparêzin em xwe birêxistin dikin. Weke jinên Êzidî û ciwanên Êzidî me pêşengtiya vê kir. Heya niha jî em dikarin bêjin ku ferman berdewam e, ferman ne tenê qirkirin an jî êrîşa çekdarî ye. Fermana ku niha li ser me heye ji fermana 3’ê Tebaxê xetertir e. Em çiqas dijminên xwe nas bikin wê zêdetir êrîş bi ser me de bînin. Em çiqas ne li gor berjewendiya dijminên xwe, ji bo Ezdatiyê xebat bikin wê dijmin bêtir êrîşê me bike lê bi hêza xwe em dikarin rê li ber hemû êrîşan jî bigirin.’’

‘Şerê taybet li ser ciwanan tê meşandin’

Berdevka YCÊ Sara Botan da zanîn ku bi dehan ciwanên Êzidî di temeneke biçûk de bûne parezvanên civak û baweriya xwe û wiha pê de çû: “Em jî wê weke ciwanên Êzidî vî barî bigirin ser milê xwe û li pey şopa wan bin. Ji ber ku weke ciwanên Êzidî li Şengalê em xwe birêxistin dikin, êrîşên qirêj li ser me têne kirin, şerê taybet li ser me tê meşandin. Hewl didin ciwanên me bikin sîxurê MÎT’ê, ciwanan derdixin welatên Ewrûpayê. Lê em jî wê rê li ber vê siyaseta qirêj bigirin.’’

‘Bi fikrê Rêber Ocalan civaka Êzidî bihêztir bûye’

Sara Botan herî dawî hêvî û baweriya ciwanên Êzidî ya bi Şengala Xweser û azad re wiha anî ser ziman: “Li ser vê axê hêza me heye, baweriya me heye. Rast e civaka Êzidî li ber 74 fermanan li ber xwe daye û tine nebûye, lê bi fikrê Rêber Apo civaka Êzidî bihêztir bû. Fikrê Rêber Apo û fikrê civaka Êzidî ji hev ne qut e. Tiştên ku Rêber Apo dibêje di nava civaka Êzidî de heye, lê ji ber êrîş û fermanan em ji wê cewherê hinek dûr ketibûn. Lê bi perwerdeyê em car din vedigerin cewherê xwe.’’

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ-ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button