Ji fermanê ber bi xweseriyê: Şengal ne Şengala berê ye!

Civaka Êzidî di nav 9 salan de bi berdêlên giran û hêviyên mezin ji ferman û qirkirinê ber bi Şengala xweser û azad ve meşiya. Dema jin û ciwanên Êzidî dibêjin ‘Şengal ne Şengala beriya 2014’an e’, vê şoreşa mezin a civakî destnîşan dikin û Şengalî êdî daxwaza statuya cih û warê xwe yê qedîm dikin.

Di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de hemû hêzên cîhanê û herêmê li bendê bûn ku Şengal teslîmî DAIŞ’ê bibe û qirkirina Êzidiyan a bi sedan salan êdî temam bibe. Hêzên navneteweyî xwe jê re amade kiribûn ku ji bo jenosîda Êzidiyan çend daxuyanî bidin û rondikan birijînin. Dewleta Tirk û PDK şirîkên vê fermanê bûn û li benda ‘mizginiya DAIŞ’ê’ bûn. Iraqê, weke ji belayek bireve destê xwe ji Şengalê kişandibû. Di fermana 2014’an de rewşa giştî bi vî awayî bû û bi qasî serî derziyek hêvî bi kesî re nebû. Lê yê ku vê rewşê serûbin kirin û rojên reş ber bi rojên geş ve birin, şagirtên Rêber Abdullah Ocalan bûn. Herkes ji Şengalê direviya lê ew ber bi Şengalê ve direviyan…

Gerîlayên PKK’ê û şervanên Rojava, Çiyayê Şengalê kiribûn stargeha Êzidiyan. Gerîlayên azadiyê ne tenê pêşengî li berxwedanê kirin, her wiha pêşengî ji avakirina hêza parastina cewherî û rêveberiya cewherî kirin. Çiyayê Şengalê ne tenê biryargeha şer û berxwedanê, her wiha navenda pêngavên destpêkê yên avakirina pergala Rêveberiya Xweser bû. Meclîsa Avaker a Şengalê, di 15’ê Çileya 2015’an de di bin êrişên giran ên DAIŞ’ê de li çiyayê pîroz hate ragihandin. Bi pêşengiya şehîdên mezin ên Şengalê Mam Zekî, Seîd Hesen û Ş. Berxwedan ji aliyê 27 kesan ve tova pergala xweseriyê hate çandin. Ev meclîsa yekem, tova jiyana nû bû ku di nav 8 salên borî de di hemû qadên jiyanê de şax veda, di asta şoreşê de rê li ber pêşketinan vekir. Dema civaka Êzidî dibêje ‘Şengal ne Şengala beriya 2014’an e’, vê şoreşa mezin a civakî destnîşan dikin.

 Ji fermanê ber bi Şengala xweser û azad ve

Di dîrokê de mînaka wê nîne, civakek ku stûyê wê di bin şûrê fermanê de be û rastî fermaneke ev çend giran were, di nav demeke ev çend kurt de, karibe hem hebûna xwe biparêze hem jî di vê astê de fikir, sazî û çalaki pêş bixe. Civaka Êzidî di nav 9 salan de ji ferman û qirkirinê ber bi Şengala xweser û azad ve meşiya, bi berdêlên giran û hêviyên mezin… Ji ber êrişên DAIŞ’ê, di salên destpêkê de xebatên sazîbûnê zêdetir di qada parastinê de pêşketin. Ji bo parastina civakê, keç û xortên Êzidî hatin perwerdekirin. Ev perwerdehiya ku bi çend kesan destpêkir, di demeke kurt de veguherî artêşa parastinê ya Êzidiyan. Yekineyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Yekineyên Jinên Şengalê (YJŞ), Asayîşa Êzîdxanê li vê stargeha pîroz ava bûn. Bersiva Êzidiyan a li hemberî fermanê artêşbûn bû. Ev jî qonaxeke nû di dî dîroka Êzidiyan de bû.

Rêber Ocalan: Jiyana xwe ya azad ava bikin!

Piştî rizgarkirina Şengalê, Rêber Abdullah Ocalan ev peyam dabû civaka Êzidî: “Ji Şengalê heya Reqayê gelê Êzidî rastî komkujiyê hat. Lê me li van hemû qadan hêzên qirker têkbir û me tola gelê Êzidî rakir. Ji ber vê em kêyfxweş in. Ez rêz û silavên xwe yên bêsînor digihînim gelê Şengalê. Bila êdî ew nekevin nav fikaran, bila jiyana xwe ya azad ava bikin.” Di nav salên borî de civaka Êzidî li gor vê bangawaziya Rêber Abdullah Ocalan tevgeriya. Di serî de keç û xortên Êzidî, bi giştî civaka Êzidî fikrê Rêber Abdullah Ocalan ji nêz ve nas kirin. Êzidî, çawa ku ji bo parastinê xwe dispartin Çiyayê Şengalê, ji bo jiyana azad jî xwe spartin fikrê azadiyê ya Rêber Ocalan.  Civaka Êzidî ku bi sedan salan e ji bo bîr û baweriya xwe biparêze her li ber xwe dabû, cara yekem bû ku bi fikreke nû re gavên nûbûn û guherînê pêş dixist. Civaka Êzidî cara yekem di vê astê de ji nasnameya xwe bawer, ji hêza xwe bawer, bi hêvî û xeyalên nû dest bi avakirina jiyaneke nû kir.

DAIŞ şikest, dewleta Tirk û PDK’ê dest bi êrişan kirin

Lê êrişên li ser Şengalê piştî rizgarkirinê jî kêm nebûn, lê girantir û berfirehtir bûn. Ji ber ku DAIŞ têk çûbû, êdî hêzên pişt perdê yên wekî PDK û dewleta Tirk zêdetir derdiketin pêş û dixwestin rê li ber Şengala azad û xweser bigirin. Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê dest bi êrişên li ser pêşengên civaka Êzidî kiribû da ku xebatên avakirina Şengala xweser bişikê. Ruxmê van hemû êrişên berfireh jî Rêveberiya Xweser a Şengalê bi hemû sazî dezgehên xwe ve, gavên girîng ên rêxistinkirina civaka demokratîk pêş xistin. Di serî de qada parastinê, ji xebatên şaredariyên gel heya projeyên aboriyê, ji tenduristiyê heya xebatên ziman û perwerdehiyê di hemû rehendên pergala xweseriya demokratîk de gavên mezin pêş ketin. Beguman ev pêngava rêxistinkirina civakê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Tevgera Ciwanan ve hate rêvebirin.

Jinên Êzidî pêşengiya jiyana nû kirin

Di sala 2016’an de Yekineyên Jinên Şengalê (YJŞ) hate avakirin. Jinên Êzidî di dîrokê de cara yekemîn dest bi xebatên parastin û rêxistinê kirin. YJŞ’ê ku parastina Şengalê kir her wiha ji bo tola jinên Êzidî rake tevlî pêngava rizgarkirina Reqayê jî bûn ku ev bajar paytexta çeteyên DAIŞ’ê bû. Jinên Êzidî ne tenê di qada parastinê de di hemû qadên jiyanê de xwe birêxistin kirin. Bi vê mebestê di 2016’an de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) hate avakirin. TAJÊ wekî sîwana jinên Êzidî ji parastinê heya perwerdehî û aboriyê pêşengiya rêxistinkirina jinên Êzidî kir.

PDK li pey avakirina meclîsa alternatif e!

Şengal ji milekî ve jiyana xwe ya azad ava dikir ji milekî ve jî bersiva êrişên berfireh ên leşkerî û siyasî dida. Ango berxwedan û avakirin di nav hev de dimeşiya. Xeleka dawî ya êrişên li ser Rêveberiya Xweser a Şengalê, îmzekirina Peymana 9’ê Cotmehê bû ku di 2020’an de di navbera hikumeta herêma Kurdistanê û hikumeta Mistefa Kazimî de çêbû. Civaka Êzidî ji roja destpêkê ve vê peymanê wekî ‘Fermaneke nû’ binav kir û red kir. Civaka Êzidî bi têkoşîna xwe ve vê peymanê jî pûç kir. Têkoşîna li dijî Peymana 9’ê Cotmehê, bingeha pergala Rêveberiya Xweser xurtir kir. PDK’ê ku dixwest meclîsa gel hilweşîne, dît ku êdî nikare weke bere axatî li Êzidiyan ferz bike niha li pey e ku meclîsek girêdayî xwe ava bike û bi destê wan siyaseta xwe li ser civaka Êzidî bimeşîne.

Şengal di qada fikirî de tesîr li Iraqê dike

Li gel asta sazîbûna Rêveberiya Xweser a Şengalê ku şoreşa fikrî ku bi civaka Êzidî re pêşket, çend encamên siyasî yên di asta Iraqê de jî derketin holê. Têkoşîna Rêveberiya Xweser a Şengalê û fikre netewa demokratik a ku xwe dispêre, êdî bala gelek aliyên siyasî û civakî dikşine ser xwe.  Çend komxebatên di çarçoveya fikrê Netewa Demokratik de, tesîra fikirî ya Şengalê ya li ser Iraqê raxist ber çavan. Yanî, Şengal bi hêza fikirî ya Rêber Abdullah Ocalan xwe anî wê astê ku êdî tesir li ser siayset û qada fikirî ya Iraqê bike. Êdî jinên Êzidî ji Bexdayê heya Silêmanî û Şengalê pêşengiya komxebat û konferansan dikin.

Vegera gel a Şengalê serkeftina herî mezin a Rêveberiya Xweser e

Yek ji xalên girîng ku divê di 9’emîn salvegera fermanê de were nirxandin, vegera gel a Şengalê ye. Di dîroka Êzidiyan de cara yekem e ku piştî fermaneke giran Êzidî div ê astê de vegeriyane ser cih û warê xwe, hem jî di bin êrişên leşkeri û şerê taybet a dewleta Tirk û PDK’ê de. Dema di sala 2015’an de Meclîsa Avaker a Şengalê xwe îlan kir, derdora 15 hezar Êzidî li Şengalê mabûn ku hemû jî xwe spartibûn çiyê. Lê niha li deşt û çiyayên Şengalê derdora 200 hezar Êzidî, Şîa, Sunne hene. Çawa dibe ku ruxmê evçend êrişên giran û rêgiriyên PDK’ê di vê astê de veger hene? Bersiva vê pirsê hebûna Rêveberiya Xweser û hêzên parastinê ne. Yek ji serkeftinên herî mezin a Rêveberiya Xweser, vegera gel a Şengalê ye.

Qonaxa nû, zelalkirina statuya Şengalê ye

Rêveberiya Xweser a Şengalê niha di nav wê hewldanê de ye ku pêşwazî li vê vegerê bike, sazî û dezgehên xwe li gor pêdiviyên civakî berfirehtir û kûrtir bike. Êdî bi sedhezaran kes li Şengalê di bin sîwana Rêveberiya Xweser de dijî. Ev jî tê wê wateyê ku, bar û berpirsyarî girantir bûye. Rêveberiya Xweser a Şengalê bi hêz, îrade û tecrubeya xwe dikare bi her awayî vê civakê biparêze û rêvebibe. Ev merheleyek nû ye ji bo Şengalê ku divê êdî statuya Şengalê (rewşa îdarî û siyasî) bi Iraqê re were çareserkirin. Beguman ev jî têkoşîneke xurt a siyasî û civakî dixwaze. Ji bo vê, hêz û aliyên siyasî û civakî bûn yek û tifaqa xwe ragihandin. Bi vê salvegera fermanê re wê têkoşîna statuya Şengalê, yanî mîsogerkirina Şengala xweser û azad bikeve merheleyeke nû.

ÊZDÎN ŞENGALÎ-ROJNEWS

 

Show More
Back to top button