Erebên Şengalê: Emê heya dawî bi civaka Êzidî re bin

Erebên li Şengalê bo boneya fermana 3’yê Tebaxa 2014’an daxuyaniyek dan û piştgiriya xwe a bi civaka Êzidî re dan diyarkirin.

Li gundê Barê ya Şengalê bi pêşengiya Meclisên Herêma Ereba, Meclisên Giştî û Meclisa Jinên Ereb, bi  dehan şîniyên herêmê li hev kom bûn û şehîdên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an bibîr anîn.

Civaka Erebi bi daxuyaniyekê piştgirtiya xwe a bi civaka Êzidî re dan diyakirin.

Daxuyaniya Meclisa Giştî a Herêma Ereba ji aliyê  Rêveberê Meclisa Bîrcarî Ebû Seqer ve hate  xwendin. Di daxuyaniyê hate gotin; “Em fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ya li ser gelê me yê Êzidî şermezar dikin û qurbaniyên êrişê bibîrtînin. Civaka Êzidî  ku rastî 73  fermanan hatine, di vê fermanê de jî  gelek bedel dan. Gelek kes ji pêkhateya Êzidî ketine destê DAIŞ’ê û heya niha aqûbeta wan nayê zanîn.

Civaka Êzidî heya niha jî bedelan dide û ji van jî ji aliyê  dewleta Tirk a dagirker ve pêşeng û zarokên vê civakê tên hedefgirtin. Êrişa di 3’yê Tebaxa 2014’an de bi ser gelê Êzidî de hat li dijî hemû pîvanên navdewletî û dijî mirovahiyê bû.

Em wek pêkhateya Ereb li Şengalê soz didin gelê xweyê Êzidî ku emê heya dawî li kêleka wan bin û di yek xendekê de têbikoşin. Di rojên xweş û nexweş de emê bihevre bin. Em soz didin şehîdên xwe xwîna wan a pak  liser axa Iraqê û taybet Şengalê dane, ji bîr nekin û xewn û xeyalên wan emê pêk bînin.

Em bang li hemû serok eşîrên Ereba dikin, kesên destek dane DAIŞ’ê û destê wan di xwîna xelkê vê hermê de hebe, ji nava xwe derxin û wan radestî edaletê bikin.”

Herwiha  piştre jî li ser navê Meclisa Jinên Ereb daxuyaniyek ji aliyê Fatma Mihemed ve hate xwendin.

Daxuyaniya wan jî wiha ye:

“Bi navê Meclisa Jinên Ereb, êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya liser civaka Êzidî û taybet jin ku di vê êrîşê de rastî gelek zilm û zordariyê hatîn, şeremzar dikîn. Di vê rojê de em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin, kesên bûne sedema fermanê ceza bikin û hesab ji wan were xwestin.

Em destek didin biryara dadgehkirina Çeteyên DAIŞ’ê ya ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ve. Em daxwazin dikin ku roja 3’yê Tebaxê wek roja komkujiya Êzidiyan di ser asta cîhanê bê  naskirin. Em wek jinên Ereb dibêjin em bi jinên Êzidî rene, em dibêjin jinên Êzidî bi hêz û xwedî îradene.

Çeteyên DAIŞ’ê xwestin bi kiryarên xwe ew heskirina navbera jinên Ereb û Êzidî de ji holê rakin û fitneyê navbera mede çêbikin, lê di niha de bi saya firikê Rêber Apo me kariye peywendiyên xwe bi jinên Êzidî re çêkin û têkoşînek hevpar bidin meşandin.”

Piştî daxuyanî bi dawî bûn, li ser rastiya fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, kiryarên çeteyên DAIŞ’ê berxwedana gerîla û rêxistinbûna civaka Êzidî sînevîzyonek hate nîşandan.

ŞENGAL/ROJNEWS

 

Show More
Back to top button