Şandeya me bi Tevgera Goran û Hizba Şûê civiya

Şandeyê destpêkê serdana Tevgera Goran ya li Silêmanî kir. Şande ji aliyê Rêveberê Giştî yê Goran Omer Seyîd Elî û alîkarên wî we hatin pêşwazîkirin

Şandeya xelkê me ya ji Serokê PADÊ Omer Salih, endama Encûmena Tevgera Jinên Êzidî Neam Kiru Sindî, endama Têkiliyên Tevgera Jinên Êzidî Seham Dexîl Reşo, endamê Encûmena Eşîrên Şengalê Mîrza Bekir Bîso û Nûnerê PADÊ Silêman Şengalî tê de cih digirin ev 5 roj in li Silêmanî bi partî û aliyê siyasî re hevdîtinan pêk tînin. Şandeya me îro serdana Tevgera Goran û Hizba Şûî kir.

Piştre şandeya me çû serdana Komîteya Parêzgeha Silêmanî ya Hizba Şûî ya Kurdistanê. Şande ji aliyê endama Polît Buroya Hizbê Şûî Şilêr Ebdulmecîd û hevkarên wê ve hat pêşwazîkirin.
Di naveroka hevdîtinan de şandeyê ji her du aliyên siyasî daxwaz kir ku piştgiriya xwe ya ji bo gelê Şengalê nîşan bidin û piştevaniya gelê Êzidî bikin û ji bo vîna rêveberiya xweser a Şengalê bi fermî bê nasîn divê xebat were kirin.
Dîsa şandeya me di hevdîtinên xwe de behsa metirsiya dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Şengal û Kurdistanê kiriye û ji wan xwestiye ku hemû alî bi hev re li dijî wê dagirkeriyê bisekinin. Ji ber ku armanca dewleta Tirk, dagirkirina hemû xaka Kurdistan bi taybetî jî dagirkirina Şengalê ye.
Dimen; Rojnews
ÇAVKANÎ: RÊBAZ HESEN -SILÊMANÎ-ANF

Show More
Back to top button