‘Emê tine nebin, bi sedan ciwanên Êzidî li ser şopa pêşengên xwe dimeşin’ 

Endama Rêveberiya Komîteya Tendirustiyê ya Şengalê Sêvê Emo diyarkir ku dijmin çiqas bi ser wan de were, ewê hîn zêdetir têkoşîna xwe bilind bikin. Sêvê got ku wê bi hedefgirtina pêşengên Êzidiyan, civaka Êzidî tine nebe, îro bi sedan ciwan li ser rê û rêbaza wan pêşengan dimeşin.

Di 17’ê Tebaxê de balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker li gundê Sikêniyê nexweşxaneyek bombebaran kir. Di encama êrişî de 4 şervanên YBŞ’ê û 4 xebatkarên nexweşxaneyê şehîd bûn. Endama Rêveberiya Komîteya Tendirustiyê ya Şengalê Sêvê Emo derbarê êrişa ser nexweşxaneyê de, ji Rojnews re axivî.

Sêvê da zanîn ku nexweşxane ji bo hemû xelkê Şengalê bû û wiha peyivî; “Kesên bi vîrûsa Koronayê jî ketibûn, di nexweşxaneyê de hebûn. Ev ne cara yekeme dewleta Tirk a dagirker êrişî Şengalê dike, ji bilî nexweşxneyê beriya niha gelek caran êriş kiriye. Armanca êrişan tinekirina civaka Êzidiyane, ji ber rojane xelkê Şengalê berê xwe didan wê nexweşxaneyê. Tevî hemû bê derfetiyan jî, me peşwaziya xelkê xwe dikir û wan derman dikir.”

Sêvê di dewamê de got ku dewleta Tirk bi zanebûn nexweşxaneyê kiriye hedef û wiha pêde çû; “Gelek hevalên me şehîd ketin, em weke civaka Êzidî soz didin heya dawî liser şopa wan biçin. Bila bijmin bizane, bi hedefgirtina endam û pêşengeên me, emê tine nebin. Îro bi sedan ciwanên Êzidî li ser şopa pêşengên xwene û cihê wan digrin. Emê heya dawî kar û xebata xwe ya ji bo tendirustiyê dewam bikin û xeyalên şehîdan pêkbînin.

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN

Show More
Back to top button