Li Tilezêr ji ber teqîna mayînê zarokekî jiyana xwe ji dest da

Li Nehyeya Tilezêr a Şengalê dema ku zarokek 12 salî pezê xwe diçêrand mayînek pêve teqiya û jiyana xwe dest da

 

Li gundê Ezêr yê nehya Tilezêr a Şengalê îro danê sibehê dema ku zarokê bi navê Selman Sebrî pezê xwe diçêrand, mayînek ji dema DAIŞ’ê mayî pêve teqiya û jiyana xwe ji dest da.

Li ser mijarê Endamê Meclîsa Gel a Tilezêr Qehtan Xelîl ragihand  ku wek Meclîs serê sibê li ser bûyerê agahî ji wan re hatiye û got:”Ev demek dirêje hikûmeta Iraqê ev cih ji bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê paqij kirine. Tevî ku artêşa Iraqê hemû mal paqij kirin, lê ev çend bûyerên wiha rû dan. Em weke meclîs berpirsyartiya van bûyeran hikûmeta Iraqê dibînin. Ji bilî Artêşa Iraqê li vêderê rêxistinên taybet ên paqijkirina mayînan hene, bi daxuyaniyên fermî ragihandin ku wan Tilezêr û derdora wê paqij kirine, lê ev bûyer didin diyarkirin ku van rêxistinan erka xwe bicih neanîne.”

ROJNEWS-ÎBRAHIM ÊZDÎN

Show More
Back to top button