Jinên Êzidî di kampên weke girtîgehan de xwe dikujin”

Her diçe rêjeya kuştin û xwekuştina jinan di kampên penaberên Êzidî lê dimînin ên Başûrê Kurdistanê zêde dibin. Aktîvîsta mafê mirovan Refah Husên bang li saziyên peyîwendîdar kir ku li ser rewşa tê jiyîn bisekine

XUFRAN EL RADÎ

Bexda – Dema ku DAİŞ’ê di Tebaxa 2014’an de êrîşî Şengalê kir û komkujî li ser gelê Êzidî pêk anî, jin û zarok revandin û jinên Êzidî li bazarên koleyan firotin. Çalekvan Refah Husên a bi xwe jî Êzidiye û ji navçeya Beşîqa ya girêdayî Mûsilê ye, bi malbata xwe  re ji destê DAİŞ’ê reviyane. Piştî rizgarkirina Şengalê di mijdara 2015’an de, Refah Husên tevlî rêxistinek mirovî bû û berpirsiyariya peydakirina alîkariyê ji bo jinên êdizîdî û bi riya konferansên ku li paytexta Iraq Bexda û paytexta herêma Kurdistanê, Hewlêr dihatin lidarxisin de hewil dida dengê wan dida bihîstin û berpirsiyariya wan dana nasîn girt ser milê xwe, da ku dengê jinên Êzidî baştir were bihîstin û civaka Iraq û cîhan rastiya êşa jinên êzidî bizanibin, pêve jî girêdayî çareseriya krîza kampan zûtir pêşbikeve.

Refa Husên bi jinên Êzidî re têkilî datîne û li çîrokên wan ên bi êş guhdarî dike, li ser rewşa wan a di kampan de wiha dibêje: “Rewşa jinên Êzidî li kampan pir dijwar e û hewcedariyên herî bingehîn ên jiyanê di kampan de tune ye.”

Sêvê mînakek êşa jinan e

Refah qala jinek êzîdî ya bi navê Sêvê, ku bi mucîzeyek ji destê DAİŞ’ê reviya kir û wiha got: ” Sêvê piştî hemî şert û mercên dijwar ku bi zarokên xwe re jiyaye dema ku ew û zarokên xwe di destê DAİŞ’ê de bûn, di qonaxek dijwar re derbas dibe. Her wiha tevî ku dema di destê DAİŞ’ê de bû rastî her cûre îşkence û neheqiyê hat, lê wê hewl da ku zarokên xwe biparêze.”

Refah diyar kir ku DAİŞ’ê Sêvê ji İraqê bir Sûriyê, heya ku ew ji hêla malbata xwe ve hate kirîn û vegeriya İraqê û wiha pê de çû: “Sêvê û jinên din ên Êzidî yên li kampê wekî zindanek mezin dibînin û mirinek bêdeng û hêdî ji bo pêşeroja zarokên xwe dibînin.”

Rewşa psîkolojîk dibe sedema întîhara jinan

Refah eşkere kir ku ji ber rewşa psîkolojîk a ji ber sedema jiyana di kampê de, zêdeyî deh keçên ciwan întihar kirine û wiha berdewam kir: “Jinên Êzidî yên di kampê de dijîn, kampê weke girtîgehê dibînin û rewşa heyî henaseya jiyanê ji wan re nahêle ji bo wê jî serî li rêyên mirinê didin.”

Di dawiya axaftina xwe de, Refah ji hikûmeta Iraqê, herêma Kurdistanê û civaka navneteweyî xwest alîkariya jinên Êzidî yên li kampên Başûrê Kurdistanê dimînin bikin, vegera wan li mal û warên wan hêsan bikin û li ser rewşa wan ya aborî bisekinin. Bala xwe bidin rehabîlîtasyona psîkolojîk a jinan da ku bandorên terora DAİŞ’ê ya ku ew tê de derbas bûne kêm bike.

“Malbata min ez red kirim”

Jina ciwan a Êzidî Ş.N ya 32 salî ji kampa Şariya ya Dihokê ye, ku ketibû destê zilamekî ji gundê derdora gundê wan, ji ajansa me re wiha got: “Piştî ku tecawizî min kir ez firotim zilamekî din. Piştî ku wî jî tecawizî min kir ez xistim odayeke xerabe de û hevalê wî bi zorê tecawizî min dikirin, paşê ez firotim zilamekî din ku ez birim Bexdayê bi mebesta ku min di fuhûşê de bikar bîne. Piştre ez ji destê wan reviyam û vegeryam cem malbata xwe piştî ku min zanî ew li kampên Êzidiya ne, lê wan ez di nav xwe de qebûl nekirim û red kirin ku ez li gel wan bijîm, wekî ku ez sûcdarim her çend ez qurban bûm jî. Her wiha gelek jinan ji ber ku malbatên wan ew qebûl nekirin, întîhar kirin.”

Ş.N da zanîn ku ya herî girîng ji wan re hewce dike ew e ku rastiya xwe ya mirovî baştir bizanin û wiha berdewam kir: “Em hewceyî destpêkirina jiyanek nû û bi armancên cûda ne, ev yek hewceyê hewldanên mezin ên rêxistinan û hikûmetê ne.” Di dawiya axaftina xwe de, bang li her jina Êzidî kir ku piştî van dijwariyan bi hêz be û jiyana xwe ji nû ve ava bike.

Li herêma Kurdistanê, 27 kampên koçberan hene, 737 hezar û 365 koçber têde dijîn. Ji sala 2014’an ve ji parêzgehên ku ketin bin destê çeteyên DAİŞ’ê de reviyan û tevî rizgarkirina bajarên wan di 2017’an de, gelek ji wan hîn jî li van kampan dimînin, ji ber wêranbûn malên wan û bê aramî û ewlehiyê li herêmên wan venagerin.

JÎNHA

Show More
Back to top button