‘Em rê nadin Peymana 9’ê Cotmehê’

Endamên Saziya Malbatên Şehîdan ya Şengalê, dijî êrîşên PDK’ê yên ji bo dagirkirina Şengalê gotin; “Armanca PDK’ê balavkirin û bicihkirina dagirkeran ya li Şengalê ye. Li dijî van kiryaran emê heya dawî li ber xwe bidin, divê her kes ji bo Şengalê dakeve kolanan, ji ber ku Şengal rûmeta gelê Kurde.”

 

Di 9’ê Cotmeha 2020’an de di navbera Bexda û Hewlêrê de peymanek li ser Şengalê hate îmzekirin. Li gorî peymanê rêveberiya xweser dihat hilweşandin û ti hêzek Êzidiyan jî ne dima. Lê Şengalî dijî peymanê derketin û nehêlan peymana bi pêşengiya PDK’ê li Şengalê were bicih kirin. Herî dawî di 1’ê Cotmehê de PDK xwest bi hêzek mezin bikeve Şengalê û dagir bike. Lê carek din rastî berxwedana Şengaliyan û neçarmen paşde vekişin.

Derbarê hewldanên PDK’ê yên ji bo dagirkirina Şengalê de, Hevseroka Saziya Malbatên Şehîdan ya Şengalê Pakîze Celal û Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Hemed Bişar ji ajansa me re axivîn.

‘PDK ji vîn û berxwedana Êzîdiyan ditirse’

Hevseroka Saziya Malbatên Şehîdan ya Şengalê Pakîze Celal di serî de behsa armanca êrîşa PDK’ê ya li ser Şengalê kir û wiha axivî; “Armanca sereke ya êrîşê, têkbirina aramiya li Şengalê ye, PDK dixwaze bi van provakasyonan, hilbijartinên 10’ê Cotmehê asteng bike. Niha gelê Şengalê ji bo partiya xwe PADÊ mal bi mal digerin û dengan kom dikin. Hemû kes di nava liv û tevgerekî de ye. Li dijî van xebatên bi rûmet, PDK bi bê rûmetiya xwe êrîşî Şengalê dike da ku ev xebatên hilbijartinê bên rawestandin. PDK ji dengên Şengaliyan ditirse, ji ber wê jî Kurdekî ku ne dibin desthilatdariya wan de be, naxwaze serbikeve. Lê heta ku ji me bê, em rênadin wan xwefiroş û rûreşan..”

‘Em nahêlin îxanetkar bikevin Şengalê’

Pakîze di dewama axaftina xwe de da zanîn ku ew xwedî hêz û vînin û ti hêz nikarin bêyî îradeya gelê Êzîdî bikevin Şengalê; “Em xwedî hêz û vînin, em ti caran nahêlin ku hêzên xayîn yên PDK’ê bikevin nava Şengala rengîn. Eger PDK bikeve nava Şengalê, wê demê emê tevde têkbiçin. Ji ber ku di nava PDK’ê de MÎT’a Tirk û çete hene. Wê weke Efrîn û Serêkaniyê li me bê. Ji bo wê jî heta dawî em nahêlin xiyanetkar bikevin di nava me de.”

Herî dawî Hevseroka Saziya Malbatên Şehîdan ya Şengalê Pakîze Celal bang li tevahî gelê Kurd û Êzîdiyan kir da ku ji bo Şengalê dakevin qadan, ji ber ku Şengal rûmeta gelê Kurde.

‘Armanca êrîşan, belavkirina me ye’

Endamê Saziya Malbatên Şehîdan ya Şengalê Hemed Bişar jî di destpêka axaftina xwe de qala kiryarên PDK’ê yên qirêj ên ku li ser Şengalê pêktînin kir û got; “PDK’ê ji sala 2003’an û heta roja îro bela xwe ji me nevekiriye. Armanc û xwesteka PDK’ê ewe ku me balav bike û dagirkeran di Şengalê de bicih bike. PDK ji yekitî û biratiya me ditirse, ji ber wê êrîşî me dike. Her tim dixwazin gelê Êzîdî bê perwerde û bê fikir bin, ji ber ku dizanin gelê Êzidî van kiryarên wan yên dijî mirovahiyê qebûl nakin.”

‘Êzidiyên li kampên Başûr dijîn, di bin zilma PDK’ê de ne’

Bişar di dewama axaftina xwe de behsa hilbijartinên pêşwext ku wê sibe pêkbên kir û wiha got;“Hemû kes dizanin ku di 10’ê Cotmehê de li Iraqê hilbijartin heye. Ji bo wê jî ev zêdeyî mehekêye wek gelê Şengalê û wek Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiyan (PADÊ) em di nava kar û xebatên hilbijartinê de ne. Baweriya me û ya gelê Şengalê tevan heye ku emê di hilbijartinan de serbikevin û emê bikarin xwe li her derê biparêzin. PDK raste rast xilasiya me dixwaze û dixwaze destê Êzîdiyan ji hevdû qût bibe. Niha gelê me yên ku di kampên Başûr de jiyan dikin bindestin, em her roj bi wan re di axivin û dibêjin ku; ‘em bi dil û can bi we re ne, lê niha em di bin zilma PDK’ê de dijîn.’ Ez ji dibêjim ku pêwîste gelên me êdî xwe ji bin vê zilma PDK’ê rizgar bike û bên li ser war û gundên xwe. Ti kes li Şengalê ji birçan namire û aramiya ku li Şengalê heyî li ti derê nîne.”

ROJNEWS-Armanc Herekol

Show More
Back to top button