Şengalî şehîdê xwe pêşwazî dikin

Karwanê cenazeyê Endamê Rêveberiya Komîteya Malbatên Şehîdan ya Şengalê şehîd Sadun Mîrza Elî ku duh di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk de Sadun Mîrza Elî şehîd bû, îro bi gihîşt Xanesorê û di van kêliyan de ji aliyê gel ve tê pêşwazî kirin.

Duh di navbera gundê Ziravikê û Werdiyê ya girêdayî Tilizêrê de wesayîta Komîteya Malbatên Şehîdan ya Şengalê hate hedef girtin. Di encamê de Endamê Rêveberiya Komîteya Malbatên Şehîdan Sadûn Mîrza Elî bi giranî birîndarbû û piştre şehîd bû.

Îro wê Şengalî, şehîdê xwe bi merasîmeke girseyî li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a Serdeşta Çiyayê Şengalê bispêrin axê.

Karwanê cenazeyê şehîd ji Şengalê di Geliyê Şilo re derbasê Xanesorê hate kirin û li Xanesorê di van kêliyan de ji aliyê gel ve bi awayeke girseyî tê pêşwazîkirin.

Şehîd Sadun Mîrza Elî, zewiciye û bavê 4 zaroka ne, birayekî wî jî di ber parastina Şengalê de şehîd bûye.

Şehîd Mîrza Elî jî ji bo merasîma Şehîd Şêrzad Şemo amadekarî dikir û îro salvegera yekemîn a fermandarê Asayîşa Êzidxanê şehîd Şêrzad Şemo ye jî. Herdu merasîm wê bihevre li şehîdgehê were kirin.

ŞENGAL-ROJNEWS

 01/03/2024 Demjimêr 9:30

Show More
Back to top button