Ji Sêwana Meclîsên Gundên Êzidiyan daxwuyanî

Sêwana Meclîsa Gundên Êzidiyan, berxwedana xelkê me û Asayîşa Êzidxanê silav kir

Sêwanê bi daxuyaniyekê hewildana hikûmeta Iraqê ya li Şengalê jî şermezar kir û bang li raya navneteweyî kir ku li dijî van kiryaran bibin xwedî helwest.

Daxuyanî wiha ye:

“Berxwedana gelê Şengalê û Asayişa Êzidxanê bi rêzdari silav dikin. Em bi ruh û hestên xwe bi we re ne. Em bang li Netewên Yêkbûyî û raya giştî ya navneteweyî  dikin ku dijî van êrîş, bêrêzî û gefên faşîzan ên Enqere, Hewlêr û Bexdayê li ser gelê Şengalê û Asayîşa Êzidxanê bêdeng nemînin, bi lêzgînî bi dawî bikin.

Em Hewlêr û Bexdayê hişyar dikin  ku ji dîroka rûreşiya xwe ya 03.08.2014’an şerm bikin vê rûreşiya xwe dubare nekin. Êdî Êzidiyên berê nemana, êdî divê hûn Êzidxanê û Asayişa Êzidxanê qebûl û tahamûl bikin. Em ê hemû bêdelan bidin, le em ê nehêlin hûn pê li vîn û nirxên Êzidiyan bikin.

Em bi lêzgînî bang li gelê Êzidî û dostên Êzidiyan dikin. Wek hûn jî di çapêmeniyê de rewşa Şengalê dişopînin Êzidxan û Êzdiyatî di bin xeterîya man û nemanê de ye; divê civaka Êzidiyan li xwe û hebûne xwe xwedî derkeve. Dibê ku sibe jî gelekî  dereng be, ji bo wê ye ku Şengal û Asayîşa Êzidxanê nemîne, êdî tê wateya ku fermana dawiya Êzdatî ye.

Em bang dikin ku rabin ser xwe bêdengî sûcê dirokê ye. Rewşanbîr, siyasetmedar, zanyar û akademîsyenên Êzidiyan dikin ku rewşa Şengalê baş bibînin û baş analîz bikin ku hûn îro li Şengalê xwedî dernekevin, hûnê kengê lê xwedî derkevin? Hûnê li benda fermanek wek a 03.08.2014 an bin?

Roj roja namûs, xiret, hebûn û nebûnê ye.

Şengal rûmeta me ye, em ê rûmeta xwe biparêzin.

Asayîşa Êzidxanê rûmete me ye em ê rûmeta xwe biparêzin.”

ÇAVKANÎ: ANF

Show More
Back to top button