Li Londonê êrişên ser Şengalê hatin şermezarkirin

Li Paytexta Brîtanya Londonê, Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Şengalê hatin şermezarkirin.

Bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Londonê û Brîtanyayê gel li pêşiya Parlementoya Îngîltereyê kom bûn û bêdengiya Îngîltereyê ya li hemberî êrişên qirker protesto kirin. Gelê Kurd êrişa li ser Şengalê û kuştina fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda protesto kirin û bang li Îngîltereyê kirin ku bila li hemberî qetlîaman dengê xwe bilind bikin.

Di çalakiyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker dema êrişî Şengalê kiriye, li hemberî gelê sivîl sûcê şer kiriye.

Di çalakiyê de dirûşmên ‘Bijî berxwedana Şengalê’, ‘Bijî Şengal’ û ‘Erdoganê kujer’ hate berzkirin.

ROJNEWS-NAVENDA NUÇEYAN

Show More
Back to top button