‘Destê xwe ji Şengalê vekişînin’

Platforma Bawerî ya Mezopotamya têkildarî êrîş û gefên Hikûmeta Navendî ya Iraq, PDK û dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê li Kolnê çalakiyek kir û got “Destê xwe ji Şengalê vekişînin”

Di çalakiyê de Hevserokê Tevgera Îslam a Kurdistanê Hafiz Turhanlli axivî û diyar kir ku Mezopotamya bi navê xwe yê din lendika bawerî ya Kurdistanê ye û got: “Hemû bawerî, velî û ewliya li ser xaka Kurdistanê derketine. Lê mixabin bi sedê salan e ku li ser vê xakê dagirkerî û parçekirin heye. Kurdistan axa ku şaristaniya bawerî û olan kiriye. Ji bo wê dema ku li ser baweriyekê êrîş hebe tê wê wateyê ku li ser hemû bawerî û olên li Kurdistanê êrîş heye, divê li ber vê êrîşê bê rawestîn.”

Li ser navê Federasona Civaka Êzidî-Ewropa jî Merwan Sezek jî axivî û got: “Êzidî ji bo xwe biparêzin 7 sal in li Şengalê hêzên xweparasinê avakiriye. Dema ku DAÎŞ êrîşî Şengalê kir PDK û hêzên Iraqê reviyan û Êzidî terkî qirkirinê kirin. Ji bo vê em Platforma Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê dibêjin destê xwe ji Şengalê vekişînin.”

ÇAVKANÎ: ANF

Show More
Back to top button