Dîroka ji ferman û berxwedanê – II

Arkeologê Îngiliz Layard qala yek ji fermanan kiribû: Êzidiyên ku teslîm bûn jî hatin qetilkirin, nifûsa wan ji çar paran sê par kêm bû. Osmanî her sal seferê dikin; jin û mêr têne kuştin, zarok jî têne firotin.

Heta niha 73 caran komkujî û qirkirin li Êzidiyan hate kirin ku jê re ‘ferman’ dibêjin. Carna eşîreke Êzidî carna jî herêmeke Êzidî hate dorpêçkirin. Artêşên Ereb ku bi ala Îslamiyetê Kurdistan dagir kirin, dest bi qirkirina Êzidiyan kirin. Padîşah û paşayên dewleta Osmanî jî ev qirkirin bi rêk û pêk kirin. Di qirkirinan de jî rê û rêbaz weke hev bûn; cih û warê Êzidiyan hatin xerakirin, mêr hatin kuştin, jin û zarok jî li bazaran mîna koleyan hatin firotin.

Ji ber ku piraniya biryarên li ser tunekirina Êzidiyan bi fermanên padîşahên Osmaniyan hatin dayin, Êzidiyan jî navê ‘fermanê’ li van qirkirinan kirin. Ji van fermanan ên herî mezin wiha ne:

906: Li gorî gelek çavkaniyan dîroka fermanê bi qetilkirina hezar malbatên Êzidî destpê kir ku Waliyê Mûsilê Hamadanî hezar malbatên Êzidî yên Îslamiyet qebûl nekirin, qetil kir.

1221: Lîderê olî yê Êzidiyan Şêx Adî sala 1162’an de koça dawî kir û li Laleşê hate veşartin ku weke navenda baweriya Êzidiyan tê qebûlkirin. Ji vê demê û pê ve qirkirina herî mezin a destpêkê li Êzidiyan hate kirin. Qirkirina herî mezin a piştî koça dawî ya Şêx Adî sala 1221’ê dema ku Mogolan Kurdistan talan kirin, qewimî.

1257-1258: Mogolan di vê demê de jî Kurdistan şewitandin û xera kirin. Şerfedîn ê ji eslê Şêx Adî hat, di şerê dijî Mogolan de hate qetilkirin.

1415: Cîranên Êzidiyan, yanî Misilmanan artêşeke hevpar ava kirin û dest bi qirkirina Êzidiyan kirin û tirba Şêx Adî xera kirin, şewitandin.

1640-1641: Waliyê Amedê Ahmet P aşa îdîa kir ku Êzidiyên li herêma Sîncarê êrişî hin gundên li derdora Mêrdînê kirine û bi vê îdîayê bi artêşa xwe ya ji 70 hezar kesî êrişî herêmên Êzidiyan kir, bi hezaran Êzidî qir kir.

1647-1648: Emîrê Şêxan Mîrza Beg ku walîtiya Mûsilê dixwest, ji ber ku daxwaza wî nehate qebûlkirin, serî hilda. Di dema tepisandina vê raperînê de gelek Êzidî hatin qetilkirin.

1650: Waliyê Wanê Şemsî Paşa bi fermana padîşahê Osmanî Mûrad ê IV. leşkerên xwe kom kir û li Mûsilê dest bi qirkirina Êzidiyan kir.

1715: Bi serkêşiya paşayê Osmanî Hasan Paşa li gelek deveran Êzidî hatin qetilkirin.

1732-1743: Bi fermana Nadîr Paşa ku ji Afşar ê Tirkmen bû û di sedsala 18’an de li xaka Îranê hikumdar bû, nêzî 10 salan hem li başûr hem jî li rojhilatê Kurdistanê Êzidî hatin qirkirin. Di nava vê demê de ji Kerkûkê heta Hewlêrê, ji wir jî heta qiraxa Zapê li herêmê Êzidî hatin qetilkirin. Her wiha Êzidiyên li Mahabad, Saldûz û Meraxî hatin qetilkirin.

1752-1754: Leşkerên bi serkêşiya Suleyman Paşa êrişî Êzidiyên li Şengalê kirin, jin, zarok, extiyar Êzidiyên li vê herêmê bi şûran qetil kirin.

1767-1768: Bi serkêşiya Emîn Paşa êriş li dijî Êzidiyan hate kirin.

1770-1771: Serhildana Emîrê Şêxan Bedax Beg bi tundî hate tepisandin û gelek Êzidî hatin qetilkirin.

1773-1774: Waliyê Mûsilê bi bahaneyên pûç Şengal talan kir û Êzidî qir kir.

1779-1792: Di nava vê demê de bi hezaran Êzidî 4 caran hatin qetilkirin.

1787: Celîliyan li Şêxanê li dijî Êzidiyên Denanî komkujî kirin.

1792-1793: Waliyê Mûsilê Mûhammed Paşa Şengal talan kir û 8 gund xera kir.

1794-1795: Bi serkêşiya Suleyman Paşa yê li Bexdayê Êzidî hatin qetilkirin.

1799-1800: Abdelazîz Beg ê Bexdayî li herêma Şêxan gelek dever hilweşand û 25 gund ji holê rakir.

1802-1803: Bi serkêşiya Alî Paşa yê Mûsilî Êzidiyên li Şengalê hatin qetilkirin.

1809-1810: Waliyê Bexdayê Suleyman Şengal talan kir û gelek Êzidî qetil kir.

1832: Yek ji bûyerên herî giran ên di dîroka Êzidiyan de qewimî. Mîrê Botanê Bedirxan Beg Şêxan dagir kir. Xelkê Şêxanê hewl da xwe bigihîne Sîncarê. Lê belê dema ku gihîştin Mûsilê ava çemê Dîcleyê ji ber ku bilind bû nekarî derbasî aliyê din bibin. Yên mayî ji aliyê artêşa Bedirxan Beg ve hatin qetilkirin.

1838: Waliyê Mûsilê Tayyar Paşa li hemberî gundên Êzidiyan dest bi seferê kir.

1892: General Omer Vehbî Beg ku ji bo komkirina bacên derengmayî hate wezîfedarkirin, ji Êzidiyan xwest ku derbasî Îslamiyetê bibin. Ji ber ku Êzidiyan red kir Omer Vehbî Beg Şengal û Şêxan dagir kir û dest bi qirkirina Êzidiyan kir. Nêzî 15 hezar Êzidî ji bo ji komkujiyê rizgar bibin ol guhertin.

DI QEYDA LAYARD DE FERMAN

Arkeolog, seyyah û lêkolînerên rojavayî ku di sedsala 19’an de berê xwe dan Kurdistanê, şahidî ji fermanên li dijî Êzidiyan kirin. Yek ji van jî arkeologê Îngiliz Aûsten Henry Layard bû.

Layard ku yek ji lêkolînerên girîng ê bermahiyên çandî yên li Mezopotamyayê bû û heta sala 1848’an li xaka Osmanî û Mezopotamyayê ma, di pirtûka “Nînova û Bermahiyên wê” de li ser ayînên olî yên Êzidiyan û şahidiya li fermanê agahiyeke wiha da:

“Ji ber ku karîbûn xwe ji êrişên Kurdên Misilman û Ereban biparêzin, ji bo Êzidiyan kombûna li gorên mezinên xwe yên olî weke kevneşopiyekê bû. Jin û mêr ên ji Sîncarê û herêmên bakurê Kurdistanê hatin, ji bo telvî merasîmên pîroz bibin ji konên xwe derketibûn. Ji ber ku îsal rê ji diz û talankeran hatine paqijkirin, tê payin ku qebîleyên ji herêmên dûr hatine li gora Şêx Adî amade bin. Êzidî beriya 15-20 salan eşîreke gelekî xurt bûn. Stargehên wan ên sereke li vê herêma ku niha min serdana wê kiriye, li navenda Çola Mezopotamyayê ya li rojavayê Mûsilê, Çiyayê Cebel Sîncar e.

Êzidî tevî ku qebûl kirin ku bikevin bin fermana waliyên Osmanî Mehmet Reşîd Paşa û Hafiz Paşa jî hatin qetilkirin. Êzidiyên teslîm bûn jî hatin qetilkirin. Nifûsa wan ji çar paran sê par kêm bû. Êzidiyan xwe li şikeftan girtin. Gelek ji wan ji ber dûyê agirê li pêşiya devê şikeftê hatibû vêxistin xeniqîn, hinek jî bi topbaranê hatin parçekirin. Du rê hebûn; ya wê bi şûr bêne qetilkirin yan jî wê ji ser ola xwe vegerin. Standina bacê ji wan ne li gorî ol bû. Haremên li başûrê Tirkiyeyê bi jinên Êzidî dagirtî ne. Her sal walî seferê li hemberî herêmên wan dikin, mêr û jinan dikujin, zarokan jî direvînin û li bajarên sereke difiroşin.”

BERXWEDANA DI WÊJEYA DEVKÎ DE

Bêguman di nava civaka Êzidî de ya ferman li wan rabûn, berxwedan jî kêm nebû. Di wêjeya devkî ya Kurdan de piraniya van berxwedanan têne vegotin. Bi taybetî dengbêjên Êzidî berxwedan bi stran û dengbêjiyê gihandin vê serdemê.

Destana Derwêşê Evdî destaneke welê ya berxwedanê ye ku ne tenê li nava Êzidiyan, li tevahiya Kurdistanê tê naskirin. Ev destan Êzidiyan ku li gorî vegotina dengbêjan bi daxwaza eşq û azadiyê pêk hatiye, qala vê bûyerê dike:

“Derwêşê Evdî ji eşîra Torûnî ye ku eşîreke Êzidiyan a li Wanê ye. Eşîrê bi salan li dijî Osmaniyan şer kir, lê belê serî netewand. Du şervanên bi navê Keleş Evdî û Bêpan ên ji eşîrê cihê bûn, bi tena serê xwe tevgeriyan û li Rihayê bi cih bûn. Piştî ku lehengiya wan deng veda, Osmaniyan pêşniyareke wiha li wan kir, ‘Eger hûn bibin Misilman em ê we nekujin û em ê eşîrên li derdorê bi we ve girê bidin’. Keleş Evdî pêşniyara Osmaniyan qebûl dike, lê belê Bêpan li ber radibe û nabe Misilman.

Piştî ku Keleş Evdî bû fermandarê Alayên Hamîdiye, Bêpan jî di bin sîwana wî de jiyana xwe dewam kir. Kurê Bêpan Evdî ji dayik bû. Du zarokên Evdî; Sadûn û Derwêş ji dayik bûn. Derwêşê Evdî bi lehengiya xwe deng vedide, bi têkoşîna xwe ya li dijî êrişan. Zortemûr Paşa yê ji eslê Keleş Evdî tê, dibe serkêşê eşîra xwe.

Di vê navberê de Osmaniyan li Kurdistanê dest bi seferê kirin. Zortemûr Paşa ji bo piştgiriyê ji eşîrên din ên Kurd werbigire nameyekê ji wan re dinivîsîne. Ji eşîrên Êzidiyan 50, ji eşîra Mîlanê 50, ji eşîra Kîkayê 50 bi giştî 150 şervan li dora Zortemûr Paşa kom dibin. Zortemûr Paşa li binê konê xwe şervanên mezin dihewîne, qehweyê dide wan û ji wan re dibêje, ‘Kî vê qehwê rake û vexwe ez ê malê xwe hemû bidim û di serî de jî qîza xwe, Edûla xwe ya zêrîn bidimê’.

Lê belê ti ji şervanan newêre rahêje qehweyê, ji ber ku rahiştina wê qehweyê tê wê wateyê ku divê biçe eniyê û bi dilxwazî şer bike. Li eniyê jî şerekî giran heye, zehmet e ku sax bimîne. Keça Zortemûr Paşa Rehmê ku dikeve wî hundirê wî konî wiha dibêje, ‘Here Şengalê, bîne şêrê şêran egîdê egîdan Derwêşê Evdî’.

Ji ber ku wê demê Derwêşê Evdî ji Wêranşarê çûye Şengalê. Derwêşê ku bi agahiyê dihese, tevî birayê xwe Sadûn berê xwe dide Rihayê. Dikeve hundirê konê Zortemûr Paşa û leşkerên xwe hildibijêre. Dema ku ji kon derdikeve li Edûlê rast tê. Edûlê ji Derwêş re dibêje, ‘Neçe şer, bavê min yekî xayin e, dixwaze te bikuje’. Derwêş jî jê re dibêje ‘min soz da bavê te û eşîra xwe’.

EŞQA DERWÊŞ Û EDÛLÊ YA DI NAVA BERXWEDANÊ DE

Derwêş tevî 10-12 siwariyên xwe diçe eniyê û bi dehan leşkeran dikuje. Destpêkê hevalên xwe Yûsûf, Bozan û Çiloyê Îzolî winda dike, ji ber êşa wan bi hestê xwe ‘Hetban’ bi ser leşkeran ve diçe. Ji xwe di destanê de gelekî qala wêrekiya hespê wî Hetban tê kirin. Derwêş ji leşkeran re dibêje, “Ez ne Kîkî me, ne Mîlanî me, ez ji heftê bavan ve Êzidî me, birayê Fatma me, egîdê we kî ye bila ew were’.

Piştî van gotinan fermandarê Osmanî Cil Îbrahîmê Tirkî dadikeve meydanê û derdikeve hemberî Derwêş. Lê belê derbên şûrê Derwêş bi kêr nayên, ji ber ku fermandarê Osmanî gelekî parastî bû, kincekî ji zirxî li xwe kiribû. Li ser vê yekê Derwêş bi gurz lê dide û radihêje bivir. Di wê kêliyê de lingên hespê Derwêş Hetban dikeve kulikên xirtan û dikeve. Derwêş birîndar dibe, birayê wî Sadûd bi hawara wî ve tê. Lê belê ew qebûl nake ku ji wê eniyê biçe. Edûlê tê ser Derwêş ê ku bi giranî birîndar bû bû û dest bi strana ‘Derwêşê min’ dike. Lê belê Derwêş ê li ber mirinê li ber radibe û jê re dibêje, ‘Ji min re bêje ‘Delal’, ne tenê ji bo min bêje, ji bo şervanan hemûyan bêje’. Li ser vê yekê Edûlê dibêje ‘Delal’ û dest bi stranê dike.

Strana Edûlê destaneke herî girîng a eşq û berxwedanê ya wêjeya Kurd e.

Sibe: Parçekirina warê Êzidiyan û konseptên tunekirinê

ROBÎN JAN-BERLÎN

Show More
Back to top button