Li Şengalê Cejna Çarşema Serê Nîsanê tê pîrozkirin

Li Şengalê Cejna Çarşema Serê Nîsanê tê pîrozkirin, malbatan serdana gorên şehîdan kirn û gotin; "Bi saya şehîdan em îro cejnên xwe bi xweşî pîroz dikin. Divê her kes xwedî li keda şehîdan derbikeve.

Çarşema Serê Nîsanê bi boneya wê baweriya dibêje, wê rojê dinya hatiye afirandin û wê rojê her sal dîsa Xwedayê aleman Dîwana heft melekên xwe dicivîne ji bo ku qedera dinyayê û ruhberan ji bo sala li pêşiyê diyar bike, di nava Êzîdiyan de yek ji rojên herî pîroz ên cejnan e.

Di vê cejnê de civaka Êzîdî hêkan dikelîne û wan rengorengo dike. Ew hêk jî temsîla ji nû ve avakirina gerdûnê ne. Lewma di qewlên Êzîdiyan ên derbarê afirandina dinyayê de, teşbîha durreke mîna hêkê tê kirin ku bi şikestina wê derya û dinya, pê re jî tevahiya gerdûn û jiyanê peyde dibe.

Hesabê Laleşê

Hefteyekê piştî hesaba Mergehê  li her dera Êzidî lê hebin vê cejnê pîroz dikin ku jêre tê gotin hesabê Laleşê.

Di çarçoveya pîrozkirina cejnê de duh xelkê Şengalê serdana goristana Şehîd Dilgeş û Berxwedan kirin. Li ser gorên şehîdan mum hatin pêxistin û malbatan şehîdên xwe bi bîr anîn.

Yek ji malbatên şehîdan Xidir Hemed cejnê li hemû malbatên şehîdan û civaka Êzidî pîrozkir û got; “Bi saya van şehîdên ji her çar parçeyên Kurdistanê canê xwe dane, em îro vegeriyan ser axa we û rojên xwe yên pîroz pêşwazî dikîn.

Jina bi navê Caklîn Şengalî jî dibêje; “Ji bo ku em bikaribin li ser axa xwe jiyan bikin, ji her derê keç û xort hatin û canê xwe fedakirin. Her kes dizane eger ne bi keda van şehîdan ba, meyê nekarîba van rojan bi dilxweşî pîroz bikin. Divê hemû Êzidî li keda şehîdan xwedî derkevin û vegerin ser axa xwe.”

ŞENGAL/ROJNEWS

 

Show More
Back to top button