Dema propagandaya hilbijartinên Iraqê destpê kir

Li gorî biryara Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê, namzet dikarin dest bi propagandaya hilbijartinê bikin

Li seranserî Iraqê pêvajoya diyarkirina hejmara nazmetên hilbijartina pêşwext û nasandina namzetan li ser forma dengdanê di 7’ê Tîrmehê de destpêkiribû. Li gorî biryara Komîsyona Hilbijartinê, namzet dikarin ji îro heya 7’ê Cotmeha 2021’an propagandaya hilbijrtinê bikin.

Duh Komîsyona Bilind ya Hilbijartinan bi piraniya dengan navê namzetên beriya niha hejmara wan hatî diyarkirin, pejirand. Li gorî biryarê kesên navê wan derketine, ji niha de dikarin dest bi propagadaya hilbijartinan bikin.

Hêjayî gotinê ye duh namzetên hilbijartina pêşwext yên Iraqê li seranserê parêzgehên Iraqê hejmara xwe wergirtin. Li Iraqê wê di 10’ê Cotmehê de hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê pêk were. 267 partî û hêzên siyasî ji bo tevlî hilbijartinê bibin serlêdan kirine. 44 hevpeyman pêk hatine. Wê li ser 329 kursiyan pêşbaziyê bikin.

Li gorî madeya 49 a Destûra Iraqê, di hilbijartinê de sîstema kota heye. Divê ji sedê 25’ê endamên parlamentoyê ji jinan pêk were. Divê hilbijartinê de 963 namzet jin in.

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button