TAJÊ: Divê heya em agahî ji Rêberê xwe negirin, nesekinin!

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bang li CPT kir ji bo agahî girtina ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikeve tevgerê û got: “Pêwîste heya em agahî ji Rêber Apo negirin, nerûnin û li ser piyabin.”

4’ê Mijdarê li deryaya Marmarayê erdhejek bi dijwariya 5.1 rûda. Ji ber dewleta Tirk hemû peywendiyên li gel Rêber Apo û girtiyên din yên siyasî qut kiriye, nayê zanîn rewşa wan çawaye û fikarên gelê Kurd û raya giştî zêdebûne. Piştî erdhejê li gelek deverên Kurdistanê, Şengalê û derveyî welat çalakî çêbûn û bang li saziyên peywendîdar hate kirin, serdana Îmraliyê bikin û têkildarî rewşa Rêber Ocalan û girtiyên din de raya giştî agahdar bikin.

Di vê çarçoveyê de, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li nahiyeya Sinûnê ya Şengalê daxuyaniyeke çapemeniyê lidarxist.

Daxuyanî bi amadebûna endamên TAJÊ li ber meclisa jin a Sinûnê ji aliyê Şemê Remo ve hate dayîn.

Dayê Şemê diyar kir metirsî li ser Rêbertî heye û got: “Tê gotin, li cihê ku Rêbertî lê dimîne erdhej çêbûye, ev jî fikarên me yên derbarê rewşa Rêber Apo de zêde dike. Em bi navê jinên Êzidî  bang li CPT’yê dikin di zûtirîn dem de hevdîtin bi Rêbertî re bike û gel ji rewşa wî agahdar bike.”

Dayê Şemê Remo bang li gel û azadîxwazan kir, li dijî vê rewşa li Îmraliyê heye rabin û got: “Niha rewşa Rêbertiya me di xeteriyê de ye. Ev rewş divê neyê qebûlkirin. Ji ber vêya em bang li tevahiya gelê xwe û li çar parçeyên Kurdistanê jî dikin, heya agahî ji Rêber Apo neyê girtin, nerûnin û rabin ser piyan.”

Daxuyanî bi dirûşmên, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

07/12/2023 -ŞENGAL

Show More
Back to top button