Konferansa 3. a Ciwanên Şengalê bi beşdarbûna sedan delegeyan destpê kir

3'emîn Konferansa Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê û Şengalê ya bi dirûşma, 'Ji bo Azadiya Rêber Apo Cenga Azadiyê biserbixin, Xweseriya Şengalê mîsoger bikin' bi beşdariya ciwanên Êzidî, Ereb û Tirkmen destpê kir û peyamên têkoşîna dijî ferman û pîlanên dijî civaka Êzidî û Ereb dê were dayîn.

Îro saet 10.00’an li Digûrê ya Şengalê 3’emîn Konferansa Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê bi beşdariya sedan ciwanên Êzidî, Ereb û Tirkmenên Mûsil û Şengalê bi deqîqeyek rêzgirtin ji şehîdên têkoşîna azadiyê re destpê kir.

Di konferansê de ji derveyî ciwanên Ereb, şervanên YBŞ, Asayîşa Êzidxanê, ciwanên Telaferê yên Tirkmen jî amadebûn.

Axaftina vekirinê ji aliyê yek ji fermandarê YBŞ’ê Xemgîn Şengalî ve hate kirin. Xemgîn Şengalî kongreye li Rêber Apo û hemû ciwanên Şengalê pîroz kir û ev peyam da: “Di serî de şehîd Cîlo û Vejîn, hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bibîrtinin. Hêvî dikin ev konferans bibe wesîleya serkeftin û tifaqa ciwanên Êzidî. Ciwanên Êzidî barê parastina civakê girtiye ser milê xwe. Ciwanên me divê pêşengiyê ji têkoşîna dijî êriş, dagirkerî û pîlanên qirêj re bikin. Em weke ciwanên Rêber Apo û şopdarên şehîd Zekî û şehîd Zerdeşt in. Pîlanên dijmin ên tunekirina civakê û ji navbirina ciwanan heye. Lê ciwanên me serhildêr û berxwedêrin. Ew dizanin eger ciwan têk bibin dê civakê jî têk bibin. Ji ber vê divê ciwanên Êzidî di vê mijarê de hişyar bin û bi rola xwe rabin. Ciwanên me her timî li berxwedane û heya niha pîlanan têk birine. Pêwîste bi hêza Vejîn û Cîloyan li ber xwe bidin. Rêber Apo dibêje, ‘Me bi ciwanî destpê kir, emê bi ciwanî serbixin’. Ev gotin herî zêde ji bo ciwanên Êzidî û Şengalê derbasdar e. Em vê konferansê li Rêber Apo û hemû ciwanên Şengalê pîroz dikin.”

Wê di konferansê de Hevseroka MXDŞ’ê Cîhan Celo û Berdevka TAJÊ Rîham Hico axaftin bikin.

Konferans ku wê heya saetên êvarê dewam bike, dê peyama dîtbarî ya Rêber Apo ya ji bo ciwanan, peyamên ciwanan yên ji Ewropa, Rûsya, Rojava, Mexmûr, Başûr hatine, her wiha peyama nivîskî ya PADÊ werin temaşekirin û xwendin. Her wiha sînevîzyonek li ser kar û çalakiyên ciwanan ku hatiye amadekirin were temaşekirin.

Her wiha dê pirsgirêkên rêxistinkirin û xebatê ya ciwanan di rojevekî de were destgirtin, rêziknameya Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê di berçavan re were derbaskirin û li ser nîqaş were meşandin.

Her wiha dê axaftina girtinê jî ji aliyê Berdevka Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê Sara Şengalî ve were kirin. Piştî wê jî dê daxuyaniyeke girseyî ji bo azadiya Rêber Apo were dayîn.

ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button