293 koçberên din yên Êzidî vegeriyan Şengalê

Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê Îvan Fayeq ragihand ku 293 koçberên Êzidî vegeriyane Şengalê.

Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê Îvan Fayeq bi daxuyaniyekê ragihand ku 293 koçberên Êzidî kul i kampên koçberan yên Duhokê bûn bi dildarî vegeriyane Şengalê. Wezîrê diyar kir ku vegeriyana koçberan bo ser cih û warên xwe di çarçoveya plana wezareta wan ya bidawîkirina dosyaya koçberan de pêk tê.

Îvan Fayeq di dewamê de wiha got; “Pêvajoya vegerandina malbatên koçberan bo ser warên wan bi hemahengiya li gel dezgehên ewlekariyê yên hikûmeta navxweyî bêyî tu pirsgirêk derbikev, pêk hat. Ferman ji kadroyên wezaretê re hatiye dayîn ku çavdêriya rewşa jiyanî ya wan malbatên koçber yên vedigerin ser cih û warên xwe bikin, bi awayek lezgîn pêdiviyên wan dabîn bikin. Ev jî bi hemahengiya li gel rekxistinên hewarçûyîn û desthilatdarên peywendîdar tê kirin.”

Wezîra Koç û Koçberan diyar kir ku wezareta wan , li hemû kampên  koçberan xebatên xwe yên tomarkirina malbatên ku dixwazin bi awayek dildarî vegerin ser cih û warên xwe, berdewam dike. Herwiha diyar kir ku ji bo derbazkirina hemû astengên ku rê li ber vegera penaberan bo deverên xwe xebat têne meşandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku, piştî êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên 3’yê Tebaxa 2014, bi sedhezaran xelkê Êzidî yê Şengalê koçberê deverên cûda yên Herêma Kurdistanê bûn. Heta niha 300 hezar ji wan koçberan di nav kampên koçberan û navendên bajarên Herêma Kurdistanê dijîn. Rojane beşek ji wan koçberan vedigerin ser cih û warên xwe.

Li Herêma Kurdistanê zêdetî 664 hezar koçber hene ku 490 hezar ji wan li derveyî kampan û zêdetî 174 hezar jî ji ber êrişên çeteyên DAIŞ’ê cih û warên xwe terikandine û heta niha jî ji ber sedemên aborî, civakî û ewlekariyê nekarîne vegerin ser cih û warên xwe.

NAVENDA NÛÇEYAN-ROJNEWS

Show More
Back to top button