YJŞ’ê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya bi jinên Efgan re ragihand

Yenkîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi daxuyaniyekî piştgiriya xwe bi jinên Efganistanê re anîn ziman. YJŞ’ê di daxuyaniya xwe de got; “Çawa ku hemu desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe piştgirî didin hev û gelek kiryarên xwe bi awayek veşartî bi hevre plan dikin û pêk tînin, pêwîste di serî de em jinên cihanê û hemu gel xwe bidin gel hev û bi hevre bertek bidin, bi hevre rêxistinên xwe yên hevbeş pêş bixînin.”

Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyekê ji ber salvegera Komkujiya Şengalê ya 3’yê Tebaxê û desteserkirina desthilatdariya Efganistanê ya 15’ê Tebaxê ji aliyê Talîbanê ve, bi dirûşma “Li dijî êrîşên mêr ên hegemon em bi jinên Efgan û Şengalê re ne” kampanyayek ragihandiû. Piştgiriya ji bo kampanyayê roj bi roj mezin dibe. Yekîeyên Jinên Şengalê jî bi daxuyaniyekê piştgirî dan kampanyayê.

Daxuyaniya YJŞ’ê wiha ye:

“Em weke jinên Şingalê û taybet jinên erka xwe ya parastina vê xakê girtiye ser milê xwe, bi navê YJŞ’ê, ew kampanyaya ku KJK despêkiriye bi durûşmeya ‘Li beramberî êrişên mêrê desthilatdar (hegemon) em li gel jinên Şengal û Efgan de cih digrin’ silav dikin û piştgiriya xwe nîşan dikin. Di 3’yê Tebaxê de çend sal berê 2014’an de em beranberî êrişên bêbext man. Qirkirina civakek, olek û qirkirina jinan dihate qedimandin. 2 sal berê jî dîsa di heman demê de, di meha Tebaxê de li ser civaka Efgan taybet li ser jinên Efgan de êrişên weke kuştin, lêdan, taciz-tecawuz û girtin pêkhat û hîna ji pêk tê.  Çi tesadufe ku her du êriş jî bi heman zihniyeta qirêj bi navê oldarên radîkal pêk tê. Di Êzidxanê de navê kujeran DAIŞ bu, di Efganistanê de navê wê Talîban e. Ji xwe koka DAIŞ’ê, ji vê rêxistina Taliban tê.

Bi boneya vê kampanyayê em dixwazin taybet di serî de ji bo jinên Êzidî û jinên Efganî û hemu jinan vê bêjin; ji bo êrişên tên kirin tenê maxduriyeta xwe dayîna teyîsandin, giliyê xwe kirin, hawara xwe gihandina her derî bes nake. Li beramberî qirkirinên mezin, li beramberî tundutujî û bi giştî kujeriyê; hêzên jinên çekdarî, hêzên parastina cewherî, ji her dem bêhtir mîsogere. Me weke jinên Şingalî vê rastiyê baş fam kirine ku gava tofanek tê serê me jinan, ne hêzên dewletê, ne tevgerek dervî me û ne jî bav û bira û hemu mêr nikare me biparêzin. Heya jin di destê wê de çeka azadî nebe, ne dozên hukukî, ne jî pêçandina çarşefê tu tişt me jinan nikare biparêze. Bê guman çeka azadiyê di serî de birdoziyek xurt, rêxistinên jinan, hiş û ramanek azadîxwaze û zanistek bê sînore. Di hamen demê de nêrînek polîtike û çalakiyên civakê ne. Lê ev rastiyane jî têrê nake. Weke rêxistinên leşkerî a jinan jî pêwîste di meriyetê de be. Bi taybet bendewariya parastinê ji hawirdora xwe tişta herî xeter e.

Çareserî hêza civakê ye û taybet rêxistinên jinan e

Niha jî gelek hawirdor dibêje Emerîka derket şunde jinên Efganî kete nava xeteriyê. Lê ger Emerîka azadî ji bo jinên Efganî anîba, ewê jinên Efganî îro neketiba rewşekî giran de. Ji xwe di serî de jî Emerîka ji bo berjewendiyên vê xakê ne hatibu vê erdnigariyê û ji xwe berjewendiyê wê nemabu derket û çû. Ji bona wê çareserî ne vegera Emerîka ye û ne jî mudaxeleya dewletên dinyayê ye. Çareserî hêza civakê ye û taybet rêxistinên jinan e. Ger piştgirî hebe ew piştgiriya gelan e piştgiriya jinên cîhanê ye. Mînak em weke jinên Êzidî jî bi piştgiriya şagirtên Rêber APO, gerilayên YJA STAR- HPG, YPJ û YPG hişyar bun, ser xwe ve hatin û bi îlhama hêza wan, bi tecrûbeyên ku dane me, me xwe rêxistin kir û me xwe weke YJŞ çekdarî kir. Bi saya fikrê Rêber APO em zana dibin û xwedî rêxistin û çalakiyan dibin. Lewma em carekî din dibêjin; çareserî ji hêzên desthilatdar hêvî kirin nabe. Berovajî wê em têkevin di nava ferqê de ku desthilatdar her dem dest didin hev û tenê navê yekdestî tê guhertin lê herdem bi heman ferasetî tevdigerin.

Pêwîtse hemu jin rêxistinên xwe yên hevbeş pêş bixînin

Ji bona wê çawa ku hemu desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe piştgirî didin hev û gelek kiryarên xwe bi awayek veşartî bi hevre plan dikin û pêk tînin, pêwîste di serî de em jinên cihanê û hemu gel xwe bidin gel hev û bi hevre bertek bidin, bi hevre rêxistinên xwe yên hevbeş pêş bixînin.

Em bizanibin ku êrişek li bemberi qadekî sibe li beramberî derekî dine. Di soteneriya hemu rastiyan de dibînin ku heya desthilatdarî hebe, jin li her derî dibe maxdura êrişên pir xedar. Lewma li beramberî hegemonya mêran berxwedanî tişta herî bi rûmete.

Bê guman jinên Efgan jî çawa ku Talîban dest da ser hukumetê şunde, heya îro di nava berxwedaniyê de ye û bêdeng nemaye. Lê ev têrê nake. Têkoşîna xwe hîn bêhtir bilind kirin, parastina xwe ya cewherî avakirin û mezinkirin ji bo me hemu jinan pêwîste.

Li ser vê esasî em di serî de jinên Efgan de bigre, hemu jinên ku di bin zextê hegemonya mêr de mexdûr dibin, êşên hemu jinan parvedikin û piştgirî didin têkoşina jinan ya watedar. Bi taybet jî ew daxuyaniya TAJÊ ya bi navê “Li dijî êrişên mêr em bi jinên Efganan re ne” em jî weke YJŞ tevlê dibin. Pêwîste taybet em hemu jinên Rojhilata Navîn bi şîara zêrîn ‘jin jiyan azadî’ bigihin hev û ya ku afirîneriya felsefeya azadiya jin pêşxiste di xeta Rêber APO de bi hevre bimeşin. Azadî encex di vê derê de ye. Li ser vê erdnigarî bi çanda Aryenîk emê carek din, bi hevre şoreşa jinê ava bikin. Ji bona wê carek din em berxwedaniya jinên Efganî silav dikin û soza parastina mafê jinan didin.

Pêwîstî bi têkoşîn bilindkirinê heye

Kampanyaya ku KJK despêkiriye, ji bo me pir bi wateye. Weke YJŞ’ê xeta ku şehîdan ji mere diyar kirî, weke şehîd Bêrîvan, Arîn, Şîlan Goyî, Raperîn Amed, em jinên Êzidî li ser vî mîrasê xwe bi rêxistin dikin û têkoşîna xwe bilind dikin. Her wiha li ser fikir û felsefeya Rêber APO, rêxistina xwe xurt û mezintir dikin. Ji bona wê em dibêjin ku ji bo hemu jinan rêxistinkirin û têkoşîn kirin pêwîstiyek. Em jî wekî jinên Êzidî, ji bo parastina hemu jinan û parastina jinên Êzidî yên ku hîn di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne, soz didin heta ku em tola wan hilînin emê li duv wan bin. Weke fedayiyên Êzidxanê em dibêjin heta dawî emê têkoşîna xwe bilind bikin û rêxistina xwe mezin bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan Azadî’, ‘Bijî Serok APO’ û ‘Bê Serok Jiyan nabe’ bi dawî bu.

NÛHAT XIDIR/ROJNEWS

Show More
Back to top button