Li Şengalê û bajarokên wê şahiyên serkeftina namzetê PADÊ tên lidarxistin

Piştî ku Komisyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê encamên destpêkê yên Encûmena Parêzgeha Nînovayê ragihand ku di nav namzetên serkeftî de namzetê PADÊ Qasim Keşko jî heye, li Şengal û bajarokên wê şahiyên pîrozbahiyê hatin destpêkirin. Di van kêliyan de li seranserî navenda Şengal û bajarokên wê şahî tên lidarxistin.

Piştî ku Komisyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê encamên destpêkê yên hilbijartinê ragihand û diyar kir ku lîsteya Yekîtîya Gelên Nînovayê di asta Mûsilê de 45.939 deng bidest xistine. Li gor vê encamê eger heye ku 2 heya 3 kursî werin bidestxistin. Ji bo pîrozkirina serkeftina namzetê PADÊ Qasim Keşko ku ji partiya PADÊ namzetê Tifaqa Yekîtiya Gelên Nînovayê bû û serkeftina yek du namzetên din yên tifaqê, li navenda Şengalê û gelek bajarokên wê pîrozbahî hatin destpêkirin.

Di van kêliyan de li navenda Şengalê, Xanesor, Sinûnê, Siba Şêx Xidir, Tilizêr û gelek navendên din yên Şengalê ji ber serkeftina namzetê PADÊ û serkeftina Tifaqa Yekîtîya Gelên Nînovayê ku 45 hezar û 939 deng bidest xistin, bi gelek cûreyan şahiyên pîrozbahiyê hatin destpêkirin.

Yek ji parêzgehên herî girîng yên hilbijartinê, parêzgeha Nînovayê bû û ji duh ve ye çav û guhên her kesî li ser encamên hibijartina parêzgeha Nînovayê bû. Wekî tê zanîn Rêveberiya Xweser ya Şengalê li gel hêz û aliyên siyasî yên Şengalê bi ser lîsteya Yekîtîya Gelên Nînovayê bi namzetên PADÊ ve beşdarî hilbijartinê bû.

Show More
Back to top button