Keşko: Ezê xwedî li sozên ku min daye gel derbikevim!

Qasim Keşko piştî ji lîsteya 'Yekîtiya Gelên Neynovayê' bi serkeft, li Meclisa Gel ya Şengalê bi girseyî hate pêşwazîkirin û peyama serkeftinê da û got: "Me heya niha ji gelê xwe re xizmeteke çawa kiribe, emê ji niha û şûn ve jî her wisa bixebitin. Ezê ji bo vegera Şengalê, dosyayên îdarî, xizmetgûzarî û ewlehî yên Şengalê de bixebitim û xwedî li sozên ku min daye gel derkevim."

Namzetê PADÊ û Rêveberiya Xweser ya Şengalê Qasim Keşko yê ji lîsteya ‘Yekîtiya Gelên Nînovayê’ bi serket, spasiya hemû xelkê piştgiriyê daye wî, hemû saziyên Rêveberiya Xweser ya Şengalê kir û pîrozbahî li Rêber Apo, şehîdên Êzidxanê û hemû gelên Şengalê kir.

‘Ezê ferqê nexim navbera tu kesî’

Peyama Qasim Keşko wiha ye: ‘Ez vê serkeftinê li malbatên şehîdan, hemû hevalên ked dane û hemû saziyên me, li hemû xelkê me yê Êzidî pîroz dikim. Ezê di kar de ferqê nexim navbera tu kesî. Herî zêde lîstik li ser gelê me yê Şengalê hene. Du kes ji vê tifaqa ‘Yekîtiya Gelên Nînovayê’ bi serkeftin, yek ji wan ezim. Yê din jî xelkê Başîkayê bû. Me diviya dengê me zêdetir ba, lê tê zanîn gelek deng hatin kirîn û gelek lîstik hebûn. Mirovên bi pereyan dengê xwe bifiroşe, divê bizanin pêşeroja zarokên xwe difiroşin. Hîn jî ne derenge, divê êdî dest ji vêya berdin.”

‘Yek ji karê min dê vegera koçberan ya Şengalê be’

Li ser dema dest bi karê xwe kir jî Keşko got: “Yek ji armanca me ewe ku em vegera xelkê xwe yê ji kampane. Dosyayên îdarî, ewlehî û xizmetgûzariyê li pêşiya me ne. Emê bi cidî li ser kar bikin. Me çawa heya niha ji gelê xwe re xizmet kiribe, emê ji niha û şûn ve jî xizmetê bikin û bixebitin. Me sozek daye gelê xwe û emê xwedî li wê soza xwe derbikevin. Li kûderê pêwîstiya gelê me hebe, emê li wir bin.

Herî dawî dîsa vê serkeftinê li Rêber Apo, li şehîdên Êzidxanê û li şehîdên 74 fermanan pîroz dikim.”

ŞENGAL – ROJNEWS

Show More
Back to top button