Parlementerên Ereb: Iraq dikare bi gelek rêbazan pêşî li dagirkeriya Tirk bigire

Serokê Komîteya Ewlekarî û Parastinê ya parlemena Iraqê Mihemed Riza-El Heyder û Parlementerê Iraqê Cemal Faxir bêdengiya Iraqê ya li beramber êrîşên Tirkiyeyê rexne kirin û diyar kirin: ”Hilbijêrka leşkerî jî di navê de, Iraq dikare bi gelek şêweyan pêşî li dagirkeriya Tirk bigire, lê bêdenge. Li pişt vê bêdengiyê hinek hêzên siyasî hene.”

Serokê Komîteya Ewlekarî û Parastinê ya parlemena Iraqê Mihemed Riza-El Heyder û Parlementerê Iraqê Cemal Faxir têkildarî bêdengiya Hikumeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li beramber êrîş û dagirkeriya Tirkiye ji ajansa me re axivîn.

Cemal Faxir dazanîn ketina Tirkiye nava axa Herêma Kurdistanê mijareke gelekî bipirsgirêke û got: ”Pêşve hatina hêzên Tirkiye li nava axa Herêma Kurdistanê girêkeke kor e. Lê nayê wê wateyê ku hikûmeta Bexda û ya Hewlêrê li beramber vêya bêdeng bimînin.”

Faxir dazanîn dagirkeriya Tirkiyeyê bûye sedema kuştina bi dehan welatiyên sivîl ên li ser gundên sînor yên Dihokê û daxuyakirin Hikûmeta Iraqê ji vê rewşê berpirsyar e.

Serokê komîteya Ewlehî û Parastinê ya Parlementoya Iraqê Mihemed Riza El-Heyder jî dazanîn Tirkiye rûbereke mezin a gundên Dihokê yên ser sînor dagirkiriye û got: ”Ev jî dide nîşan ku Tirkiye di nava axa Iraqê de gelek pêşve hatiye.”

El-Heyder dazanîn agahiya hikûmeta Iraqê ji vê rewşê heye û gelek rêyên pêşî lê girtine heye. Di daxuyaniyê de wiha got: ”Iraq dikare bi gelek rê û rêbazan pêşî li pêşvehatina Tirkiye bigire. Heta di nava van rêbazan de hilbijêrka leşkerî jî heye. Lê ez ji bêdengiya wan şaş dimînim. Hinek hêzên siyasî bi hikûmeta Tirkiyeyê re di nava peywendiyê de ne û li pişt vê bêdengiyê ew hene.”

BEXDA / MIHEMED EL-CEBÛRÎ

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button