Hevdîtina Bexda-Şengalê îro pêkhat

Di civînê de li ser navê Rêveberiya xweser rayedarên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ), Desteya Rêveber a Şengalê, Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê amade bûn

Civîna şandeya payebilind a Iraqê ku ji serokê artêş, musteşarê ewlekariya netewî, nûnerê karûbarên ewlekariya netewî pêk tê ya bi Rêveberiya Xweser a Şengalê re bidawî bû. Şandeya Iraqê diyar kir ku Şengaliyan kedek mezin û şehîd dane, lewma ev ked nayê jibîrkirin û ewê hewl bidin li gorî vê rastiyê tevbigerin. Rêveberiya xweser jî daxwazên xwe pêşkêş kirin.

Serfermandarê Artêşa Iraqê Ebdulemîr Yaralla, Berdevkê Odeya Çalakiyên Hevbeş Ebdulemîr Eş-Şemerî, Musteşarê Ewlekariya Netewî Qasim El-Erecî, Nûnerê Karûbarên Ewlekariya Netewî Hemîd El-Şitrî, îro hatin Şengalê. Rayedarên Iraqê li navenda Şengalê li Baregeha Leşkerî ya Artêşa Îraqê bi nûnerên rêveberiya xweser re civiyan.

Cara yekeme ku şandeyek di vê astê de diçe Şengalê û bi Rêveberiya Xweser re dicive.

Piştî civîna ku ji çapemeniyê re girtî hat pêkanîn, Serokê PADÊ Umer Salih ku ew jî di civînê de amade bûn, têkildarî naveroka hevdîtinê agahî dan Rojnews.

Umer Salih destnîşan kir ku mijarên ewlekariyê, rola hêzên Asayîşa Êzîdxanê, vegera koçberan, jinûve avakirina Şengalê hatine gotubêjkirin. Lê herî zêde jî li ser Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê hatiye rawestîn.

Umer Salih da zanîn ku wan derbarê Rêveberiya Xweser a Şengalê û meclîsa wê de agahiyên berfireh dane şandeyê û got: “Me bibîr xist ku piştî sala 2014’an valahiyek rêveberiyê çêbûye, me jî bi armanca ku vê valahiyê dagirin û xwe birêve bibin meclîsek ava kiriye. Wane jî got ku divê rêveberî li gorî destura Iraqê be. Me jî bibîr xist ku madeya 120 a Destûra Iraqê ji bo vê yekê rê dide û me xwest ku Meclîsa Xweseriya Şengalê di çarçoveya madeya 120’an bê qebûlkirin.”

Serokê PADÊ anî ziman ku ew li ser mijara ewlekariyê û rola hêzên asayîşê jî sekinîne û xwestiye ku Asayîşa Êzidxanê li cihê xwe bimîne.

Serokê PADÊ Umer Salih got ku wan di dawiya civînê de daxwaz û pêşniyarên xwe jî bi awayekî nivîskî cardin pêşkêş kirine.

Li gorî zanyariyên ku Umer Salih dane, şandeya Iraqê jî hemû nirxandin û daxwazên wan bi baldarî guhdar kirine û gotine: “Em jî bi we re ne. Em dizanin we kedek mezin daye, şehîd dane, ev ked nayê jibîrkirin, emê hewl bidin li ser esasê xalên hatine pêşkêş kirin, kar bikin. Emê van daxwazên we pêşkêşî Serokwezîr Mistefa Kazimî bikin.

ÇAVKANÎ: ROJNEWS

Show More
Back to top button