‘Piştî komkujiya DAIŞ’ê jinan xwe bi rêxistinkir û bi îradeyek xurt derketin meydanê’

Li Bexda Konferansa Jinan a Navneteweyî ya Qirkirina Jinan (Jinên Êzidî) bi dirûşmeya ‘Bi vîna jina azad em li hember jenosîda Şengalê têdikoşin’ bi panela duwem û sêyem berdewam dike. Di panelan de îşaret bi wê yekê hat kirin ku bersiva hemû êriş û komkujiyan avakirina Rêveberiya Xweser a Şengal, xwe bi rêxistinkirina jinan û avakirina hêza parastinê ye ji bo civakek azad bi pêşengtiya jina azad.

Di panela duyemîn a bi navê ‘Qonaxa Êrîşên Qirkirinê yên 3’ê Tebaxa 2014’an û Hewldana Ji nû ve serhildana di jêr axê de’ sê kes axivîn.

Destpêkê Seroka Şaredariya Helebce Kuwêstan Ekrem Ferec axivî. Kuwêstan îşaret bi bandora jenosîdên li ser civak û jinan kir û kîmyabarana Helebceyê wek mînak nîşan da û got: “Niha jî ji ber bandora kimyabaranê gelek pirsgirêkên civakî, derûnî, jîngehî û gelek pirsgirêkên din bi xwere aniye. Hêvîdarin jenosîda Şengal û jinên Şengalê mîna kimyabarana Helebce û jinan neyê piştguh xistin.”

Piştre jina bi navê Necad Babîr Xelef ku li Şengalê ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar bû jî axivî û got: “Em 600 jin bûn, em ketin destê DAIŞ’ê, bi komek zarokan re em birin, tişta ku jinan di vê rewşê de dît, nayê vegotin. Jiyaneke dijwar bû, bi destê DAIŞ’ê hatin firotin û mêran ji bo kirîna wan di navbera xwe de tercîh kirin, birayê min û keça min winda ne. Vîna jinê û gelê Şengalê ji bûyerên tên vegotin zêdetir hatiye şikandin. Piştî vê jinê xwe bi ramana azad ji nû ve afirand.”

Berpirsa Têkiliyên Derve ya TAJÊ Seham Dexîl Reşo ku di dema êrîşa 3’ê Tebaxê de 13 salî bû, piştî azadkirina wan bû jineke pêşeng û ji bo birêxistinkirina jinan li Şengalê kar kir jî diyar kir ku armanca êrîşan têkbirina civaka Êzidî ye. Reşo got: “Jin ji Rêveberiya Xweser a Şengalê û Xwerêveberiya Jinê ya ji bo avakirina civaka azad a Şengalê re pêşengiyê dike.”

Panela sêyemîn jî ji aliyê Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad bi navê ‘Li Iraqê sedema komkujî û qirkirina jinan’ pêk hat. Murad destnîşan kir ku jinên Kurd ji bo xwe jiyaneke nû ava kirine. Piştî komkujiya ku ji aliyê DAIŞ’ê ve pêkhat jinan xwe bi rêxistinkirin û bi îrade û hêzek din derketin meydana şer. Ji bo têkbirina vê sîstem û zîhniyetê divê jin li ser lingên xwe bisekinin û serbixwe bin.

Konferans didome.

ROJNEWS-BEXDA

Show More
Back to top button