YBŞ: Êrişa ser Xanesorê bi plan bû

YBŞ: “Bi giştî 12 hevalên me ji bo pêşî li êrişa dagirker a bêbext ya ser Xanesorê bigrin, gihîştin asta şehadetê. Ev encam rastî bersivek tund hat, li hemberî dagirkeriyê bertekek mezin çêbû û di encama berxwedanê de, ev ax ji PDK’ê re nehat hiştin.”

Çekdarên PDK’ê bi piştgiriya dewleta Tirk di 3 Adara 2017’an de bi komên çete êrişî Xanesorê kir. Fermandariya YBŞ’ê bi daxuyaniyek nivîskî şehîdên Xanesorê bi bîr anîn.

Daxuyaniya Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê wiha ye:

“Em şehîdên xwe yên Xanesorê di 6’emîn salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî û minetdarî bibîrtînîn, bejna xwe li beramberî wan ditewînîn.

Êrişa ku li ser Xanesorê hatibu li dar xistin, planên dewletên dagirker bû û ew êrîş bi destê PDK çêbibu. Êrîşa Xanesorê, piştî rizgariya Şengalê pêk hat. Şengal bi destê keç û lawên vî gelî bi pêşengtiya HPG, YJA-Star û bi hêzên YBŞ-YJŞ hatibu rizgarkirin. Bi îtîfaka hêzên derve û bi hinek hawîrdorên cuda çênebibu. Bi temamî bi daxwaz û vîna gel û bi pêşengtiyek serbixwe ev serkeftin bi dest ket. Piştî vê serkeftinê hêdî hêdî hêza gel xwe rêxistin kir û li ser vî bingehî rêveberiya xweser xwe pêş xist. Lê belê dagirkeriyê ev serkeftin tehemûl nekir. Ji xwe êrîş li ser vî esasî pêk anîn. PDK jî, ji bona wê tevgeriya. Pêwîste êrîşa 3 Adarê li ser vî esasî em naveroka wê fêm bikin. Bi temamî ev êrîş bê tehemulî ya li beranberî vîna gel bu. Ji ber ku gava gel rêxistinî be ti hewceyî bi wan nabe. Gelê rixistinkirî di serî de di asta ewlekarî de çandî û sîyasî de serbixwe dibe. Di vê manê de hêrsa PDK tê fêm kirin. Ji ber ku bi salane PDK gel dixapîne. Di bêje ‘ez vîna we me ez ewlekariya we me’ lê fermana herî dawî da diyar kirin ku bi vî rengî nîne. Gava DAIŞ hebu PDK reviya bu, gava ev qad rizgar bu hîna nu kete tevgerê û wesayîtên xwe yên zirxî anî qadên rizgarkirî.

Gelê me li beranberî îxanetê bi bertek bu. Gel û gerîlayên Şengalê bi hevre ketin nava liv û tevgerê. Ji xwe gava şahadetên 3 Adarê hate jiyan kirin, me dît ku gelê Şengalê bi yek dengî, bi yek dest ketin pêşiya dagirkeriyê. Ji qada civakî heval Nazê, ji çapemeniya azad heval Nujiyan, ji hêzên leşkerî di serî de bi pêşengtiya berxwedaniya heval Orhan, Çekdar, Çiya, Têkoşîn û bi temamî 12 hevalên me ji bo pêşî li vê dagirkeriyê bêbext bê girtin gihîştin asta şehadetê. Ev encam bersivek tund bu, li beranberî dagirkeriyê bertekek mezin çêbû. Di encama berxwedanê de ev erdnîgarî ji PDK’ê re nehat hiştin.

Îro jî li pêş perde li paş perde li ser Şengal gelek bazirganî heye. Gelek carna gefên PDK li ser vê erdnîgariyê çêdibe. Ne tenê gef, plan û hewldanên wan çêdibe. Tişta balkêş pişta xwe dayîna dewleta Tirke. Ew dewlet di hemu dîroka xwe de berpirsê gelek fermanên li ser Şengalê ye. PDK baş dizane ku em weke miletê êzîdî li beranberî dagirkeriya Tirk a Osmaniyan çiqas hesasin. Lê dîsa jî ev hêz dest ji ew planên kirêt bernade. Ew baş bizanin ji bo şer dernekeve, em gelek bi baldar nêz bûn. Lê vê carê hemu hewldanên PDK, wê bibe sedema bersevek bi tund. Vê carê em ji her demî zêdetir amadene ku hem gelê xwe hem jî destkeftiyên xwe biparêzîn.

Ji destpêka fermanê heyanî roja me ya îro me di vê oxirê de bedelên pir girahbûha ên weke Berxwedan, Mam Zekî, Zerdeşt, Mam Beşîr, Arîn, Berîvan, Seîd, Dijwar û Azadan daye û me xwe jî têkoşîn û armanca xwe ya ku di welatek azad de azad jiyankirinê paşde ne daye. Êrîş çidibin bila bibin ji kijan alî ve bê bila were, em ê heyanî dawiyê di şopdariya van şehîdên xwe yên ku destan nivîsîne de berxwe bidin û em ê xeyal û armancên wan pêk bînîn. Me ev soza xwe çawa di roja destpêkê ya ku di şert û mercên herî dijwar de daye em îro di şexsê şehîdên xwe yên Xanesorê de bi mezintir dûbare dikin.

Li ser vî bingehî em şehîdên xwe yên Xanesorê û di şexsê şehîdên xwe yên Xanesorê de tevahiya şehîdên xwe yên di oxira jiyaneke mirovahî, wekhevî û azad jiyankirinê de canê xwe fedakirine bi hemû rêzdariyên xwe ve bibîrtînîn bejna xwe li beramberî bîranînên wan ditewînîn. Em dibêjîn serkeftin di ronahiya van pakrewanên me de wê ya me û gelê me be.”

NAVENDA NUÇEYAN-ROJNEWS

Show More
Back to top button