‘Divê weke Rêveberiya Xweser, Iraq jî çeteyên DAIŞ’ê dadgeh bike’

Civaka Êzidî ya li Şengalê piştgiriyeke xurt dide biryara Rêveberiya Xweser ya dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê. Berdevkê Saziya Malbatên Şehîdan Hemed Bişar vê biryarê ji bo civaka Êzidî weke gaveke girîng nirxand û bibîrxist ku dewleta Iraqê û rêveberiya Hrêma Kurdistanê ji bo berpirsyariya wan dernekeve holê heya niha tu kesên sûcdar dadgeh nekirine.

Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 10’ê Hezîrana îsal de ragihandibû ku ewê dadgehan ava bikin û dest bi darizandina çeteyên DAIŞ’ê bikin. Weke tê zanîn çeteyên DAIŞ’ê herî zede jî di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê sûcên giran yên mirovahiyê kirin ku ev sûc ji aliyê parlementoyên dewletên Ewropî ve jî weke ‘jenosîde’ hatin naskirin. Ji ber biryara Rêveberiya Xweser ya dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê herî zêde jî civaka Êzidî keyfxweşe ku piştgiriyeke xurt didin vê biryara Rêveberiya Xweser. Civaka Êzidî, nûnerên Rêveberiya Xweser ya Şengalê bang li Iraqê û hêzên navnetewî dikin ku piştgirî li vê biryarê bikin û li Iraqê jî ji bo darizandina berpirsyarên fermanê dadgeh were danîn.

Berdevkê Saziya Malbatê Şehîdan Hemed Bişar jî biryara dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê ji ajansa me re nirxand. Hemed Bişar destpêkê destxweşî li vê biryarê dike û wiha dibêje: “Ev biryar gelek girînge, di bingeh de pêwîst bû ku ji fermana 2014’an heya niha di nav 9 salên dawî de bi dehan dadgeh bihatana danîn. Heta niha ji bo gorên komî, kesên di deste DAIŞ’ê de, kesên kuştî tiştek nehatiye kirin. Ger em niha li gundên Êzidiyan bigerîn ji %70’yê zêdetir hilweşiyane, heya niha nehatine avakirin. Heya niha kes li civaka Êzidî xwedî derneketiye, ne hikûmeta Iraqê ne jî saziyên mafên mirovan. Ji ber vê rewşê em vê dadgehê gelek girîng dibînin.”

’Li Iraqê û Herêma Kurdistanê dadgeh nayên vekirin’

Hemed Bişar pirsa “Çima Iraq ji bo mafên civaka Êzidî dadgeh venake, daxwazên civaka Êzidî pêk nayne û heqê fermana 2014’an nade?’’ dike û bêdengiya dewleta Iraqê jî wiha dinirxîne: “Beriya her kesî Iraq ji Êzidiyan berpirsyare, dema fermanê 4 lîwayên artêşa Iraqê li Mûsilê bûn û Şengal jî bi ser Mûsilê ye. Dîsa polîsên federal hebûn, zêdetirî 10 hezar pêşmerge tevî çekên xwe li Şengalê bûn. Ev kes û hêzane berpirsyarên serekî yên fermanê ne. Dema dadgeh çêbe beriya her kesî ewê werin dadgehkirin. Ji ber vê heqîqetê li Iraqê û Herêma Kurdistanê dadgeh nayê vekirin.’’

‘Dewleta Tirk ji bo rê li ber dadgehê bigire êrîşan dike’

Berdevkê Saziya Malbatên Şehîdan ya Şengalê Hemed Bişar balê dikişîne ser êrîşên dawî yên dewleta Tirk tên li ser Rojavayê Kurdistanê jî û sedema van êrîşan wiha şîrove dike; “Piştî ku Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojavayê Sûriyeyê biryara dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê da, dewleta Tirk ya dagirker her roj êrîşê Rojavayê Kurdistanê dike. Dewleta tirk dixwaze bi êrîşan rê li ber dadgehê bigire. Herwiha jinên Êzidî yên 9 salin di destê DAIŞ’ê de ne, gelek ji wan li Tirkiyê tên dîtin.”

Herwiha bang li dewleta Iraqê, Netewên Yekbûyî û hêzên navnetewî dike da ku piştgiriya biryara Rêveberiya Xweser bikin û wiha dawî li gotinên xwe tîne; “Ger ev dadgeh bi dadperwerî bên kirin, wê deme berpirsyariya Tirkiyê jî wê derkeve holê. Em gelek dîmenên çeteyên DAIŞ’ê dibînin ku dibêjin ‘em li Tirkiyeyê hatine perwerdekirin, em ji Tirkiyê derbazî Sûriyeyê û axa Iraqê bûne.’ Iraq xwe nabîne ku parastina civaka Êzidî bike, dewleta Tirk jî wisa êrîşan dibe ser Rojava ji bo ku çeteyên DAIŞ’ê neyên dadgehkirin.’’

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ-ROJNEWS

Show More
Back to top button